Li wargeha penaberan jinekê xwest xwe bikuje

  • 11:47 25 Sibat 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a li Girava Midiliya Yewnanîstanê jineke Afgan dema hîn bû ku bi hinceta ducanî ye transferî Elmanyayê nayê kirin agir bi bedena xwe xist û xwest xwe bikuje. 
 
Li wargeha penaberan a li Girava Midiliya Yewnanîstanê jineke Afgan xwest xwe bikuje. Jina Afgan dema hîn bû ku bi hinceta ducanî ye transferî Elmanyayê nayê kirin agir bi bedena xwe xist û xwest xwe bikuje. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Yewnanîstanê ANA-MPA 21'ê Sibatê Roja Yekşemê li Wargeha Penaberan a Karatepeyê jina 8 mehî ducanî bû xwe şewitand. 
 
Jina ku astengkirina çûyina Elmanyayê şermezar kir li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û talûkeya wê ya jiyanê tune ye.