‘Li dibistanan tenê pirtûkên dersan bê pere tên dayîn’

  • 09:02 11 Îlon 2024
  • Ked/Aborî
 
 
WAN- Yasemîn Kardaş ku ji bo hewcedariyên dibistanê yên du zarokên xwe 2 hezar û 270 TL xerc kir wiha got: “Zarokên me naçin dibistanên taybet diçin yên dewletê. Lê em her tiştî dikirin. Li dibistanan tenê pirtûk bê pere tên dayîn.”
 
Bi vebûna dibistanan re dan û stanê jî dest pê kir. Krîza aborî ku bandor li ser hemû aliyên jiyanê kiriye, di lêçûna kirtasiyeyê de jî xwe dide der. Roj bi roj berhem biha dibin û li gorî sala boarî cudahiyek mezin heye. Malbat tevî hemû bihayan ji bo hewcedariyên zarokên xwe bigirin hewl didin lê mixabin hewldan têrê nakin.
 
Yasemîn Kardaş ku du zarokên wê xwendekarin, em bi wê re çûn dan û stanê û me her tişt di cih de dît.
 
Malbat nikarin hewcedariyên zarokên xwe bigirin
 
Yasemîna ku em pê re çûn dan û stanê diyar kir ku biha li gorî sala borî pir zêde bûne û got lênûska 60 rupelî 30 lîraye û got: “5 lênûsk gelek bihan e. Hewcedarî ne tenê lênûstikin. Du xwendekarên min hene. Min ji bo herduyan jî nîvê nêvî alav girtine. Her tiş biha ye. Em nikarin her tiştî bikirin. Zarokê min yê mezin diçe pola 7’an. Divê min 6 lênûsk bigirta lê heta niha min 2 heb girtine. Ji zarokê xwe yê din re jî tenê sê lênûsk min kirîne. Çente, pênûsên boyaxê min negirtin.  5 lênûsk, pênûs, ferheng, alavên din min bi 700 TL girtin.”
 
‘Cil û bergên du xwendekaran 2 hezar û 300 girê da’
 
Yasemînê diyar kir ku cil û bergên dibistanê gelek biha ne û wiha pê de çû: “Li gorî temen navbera bihayê cil û bergan de cudahî heye. Yek diçe pola 7’an yê din diçe pola 3’emîn. Me ji bo her duyan bi 2 hezar û 300 TL cil girtin. Sala borî me bê kêmasî her tişt girt û me bi 500 lîra temam kir. îsal min nêzî 3 hezarî xerc kir. Lê îsal tevî ku hîna me tiştek negirtiye jî 3 hezar çû. Li gorî sala borî 2 hezar û 470 lîra ferq heye.”
 
‘Divê MEB hewcedariyan bide’
 
Yasemînê wiha dawî lê anî: “Zarokên me naçin dibistanên taybt, diçin yên dewletê. Lê her tiştî em digirin. Tenê pirtûkên dersan tên dayîn. Divê Wezareta Milî ya Perwerdê  (MEB ) cil û bergên ferz, leçûnên dibistanê peyda bike.”