Vîrusa çîçeka meymunê: Rîsk û rêbazên parastinê

  • 09:41 1 Îlon 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Dr.Fatma Nur Ozdogan, diyar kir ku vîrusa çîçeka meymurê ji sewalan derbasî mirovan dibin û ji mirovan jî bi têkiliyê derbasî mirovan dibin. Fatmayê anî ziman ku aşî ji sedî 85 diparêze û got kesên guman dikin divê serî li saziyên tenduristiyê bidin.
 
Nexweşiya çîçeka meymunê (Monkeypox), dişibe nexweşiya çîçekê û bi semptomên wê dertên holê.  Pispora  Nexweşiyên Enfeksiyon û Mîkrobiyolojiya Klînîkê Fatna Nur Ozdogan der barê belavbûna nexewşiyê û rêbazên parastinê de agahî da.
 
Fatmayê daxuyakirin ku taybet sewal vê vîrusê dihewînin û li herêmên nêzî daristanên baranê ya tropîkal tê dîtin. Fatmayê vîrus ji mirovan derbasî mirovan dibin û di vîrusê de du suşuyên genetîk yên cuda hene. Fatmayê got suşu ya li Afrîkaya Navîn tê dîtin rê li ber nexweşiyan vedike.
 
Fatmayê wiha domand: “Vîrus ji sewalan derbasîmriovan ji mirovan jî derbasî mirovan dibin. Ev nexweşî belav dibe. Di 2022’an de hat tespîtkirin ku vîrûs di têkiliya zayendî de belav bûye.  Heta lezyonên beden baş nebin ev nexweşî belav dibe. Ev jî navbera 2-4 hefteyan didome.”
 
 Divê baldar bin
 
Dema wê di navbera 5 û 21 rojî de diguhere. Nîşaneyên wê germahiya laş, êşa serî, êşa bedene. Ev nexweşî bi kesên ku pergala xweparastina bedena wan qels e de zêdetir tê dîtin. Kesên ku guman dikin divê demidlest serî li saziyên tenduristiyê bidin û bi testa PCR tespît bikin. Kesên aşiya çîçekê dikin ji sedî 85 dikarin bên parastin.”