21'ê Îlona 2021'ê: Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê kom bûn

  • 09:01 21 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dayikên Aştiyê ji bo çareseriya li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, hatin gel hevdu. Bi sernavê "Em aştiyê bi hev re ava bikin" tê lidarxistin. Di panelê de tê gotin wê li ser êrişên li ser Şengal û Mexmûrê bê sekinandin.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1974: Jacqueline Susann di 20'ê tebaxa 1918'an de li Philadelphiayê hat dinê. Romannivîs û lîstîkvana Amerîkî bi romana xwe ya Geliyê Pitikan a sala 1966'an weşand pirtûka ku herî zêde hat firotin bû. Piştre Makîneya Evînê (1969) û Carek tenê têr nake (1973) pirtûkên ku herî zêde hatine firotin e.  Di 21'ê îlona 1974'an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2007: Platforma Jinê ya Demokratîk a Eskişehirê ji bo Pelin Kalkan û Devrim Çelik ên li Eskişehirê tundî li wan hatin kirin, çalakî li dar xist. 
 
2014: Bi pêşengiya Koma li dijî Kuştina Jinan, bi sedan jin kom bûn û kuştina Jesca ya Ugandayî şermezar kirin. 
 
2014: Bi hezaran welatiyên li ber Rêxistina DBP'ê ya Amedê kom bûn ji bo şermezarkirina êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê meş li dar xistin. 
 
2015: Bi banga Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê gelek jinên ku ji bajarên cuda kom bûn xwe gihandin Cizirê. Jinan bi jinên taxê re civiyan û piştre çûn serdan goristanan, ên ku di pêvajoya qedexeya derketina li derve de jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
2016: Bi pêşengiya Kongreya Star bi sedan jin li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Kornîşa Qamişloyê kom bûn. Tecrîd şermezar kirin. 
 
2016: Jinên kurd li ber Parlamentoya Ewropayê kom bûn û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
2016: Şandeya ku ji hêla Kongreya Jinên Azad (KJA) ve hat avakirin li Silêmaniyê bi saziyên sivîl ên jinan re hevdîtin pêk anîn. 
 
2017: Dayika Şemiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da û li Goristana Gulsuyî bi dirûşm û stranan hat definkirin. Guzel Şahîn ji sala 1995'an heta îro li Qada Galatasarayê bi dayikan re di nav çalakiyan de bû. 
 
2019: Li Ispanyayê jin li dijî şîdeta li hemberî jinan daketin qadan. 
 
2021: Lîstikvan Patty Perez di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
2022: Bi banga Yekîtiya ji bo Demokrasiyê, 64 sazî, partiyên siyasî, aktîvîstên aştiyê û akademîsyen li dijî polîtîkayên şer çareseriyeke aştiyane û demokratîk komîsyonek ava kirin.