Ji bo jinan navenda îzolasyonê: Avahiyên Kuveytê

  • 09:02 21 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinên ku hevjînê wan mirine an jî di girtîgehan de bi zarokên xwe re li avahiyên Kuveyt dimînin. Jinên li van avahiyan dijîn xetereya wan ya ewlehiyê heye. Jinan diyar kirin ku wek jin pirsgirêkan dijîn û gotin: “Gaz, market, veguhestin tuneye. Divê bên vir pirsgirêkên jin û zarokan bibînin. Serokomar çima vir nabîne. ÎHH tehdîda wê me ji vir bavêje dike.”
 
Li Wanê di 2014’an de ji aliyê Weqfa Mafê Mirovan û Alîkariya Mirovahî (ÎHH) ji bo malbatên ji erdhejê bi bandor bûn di bin navê Avahiyên Kuveyt de bi giştî 64 avahî ku ji 4 blokan pêk tê sîteyek çêkir. Jinên ku hevjînê wan mirine an jî girtîne bi zarokên xwe re li van avahiyan dijîn. Avahiyên ji navenda bajar dur in, kesên lê dijîn di şertên îzolasyonê de dijîn.
 
Ji bajar dûr e
 
 
Avahî 4 kîlometre ji navenda bajar dûr in. Me pirsgirêkên jin û zarokên li wir dijîn di cih de şopand. Em 15-20 deqeyan bi wesayîta veguhestina komî gihiştin wir. Rê bêdeng û parstina wê tuneye, ji  ber vê jî xetereya ewlehiyê heye.
 
Ji ÎHH’ê tehdîd
 
Gelek jinên li avahiyan dijîn ji ber fikaran nav û dîmenên xwe nedan. Hat hînbûn ku sedema vê fikaran jî tehdîda aborî ya komeleya ÎHH’ê ye. Yekane çavkaniya debara jinan 2 hezar TL mûçeya bîhbûnê ye. Jinan diyar kirin ku nikarin zarokên xwe bidin xwendin û gotin ÎHH’ê destpêkê de alîkarî dane wan lê piştre birîne. Her wiha jinan gotin pirsgirêk bi vê jî sînor nîne û gelek pirsgirêkan dijîn.
 
‘Gaz, market, veguhestin tuneye’
 
Îlayda Yancar ya li avahiyên Kuveyt dijîgot pirsgirêkên mezin dijîn û wiha pê de çû: “Tên vir dibêjin em ê pirsgirêkan çarser bikin. Lê yek pirsgirêkek jî çareser nekirin. Li cihekî nêz market tuneye.  Zivistanê veguhestin zehmete. Şaredarê me çend caran hat. Got em ê pirsgirêkan çareser bikin. Bila dengê me bê bihistin. Dayikên vir hemû bîh ne. Gaz tuneye, market tuneye. Veguhestin tuneye. Em bi hewldana xwe veguhestinê dikin. Rawestgeh dûr e. Dema nexweşên me hebin em biç ev nikarin derkevin. Ji ber çanda gote gotan em nikarin derkevin. Em nikarin zarokên xwe ji ber bê derfetiyan bidin xwendin. Bila her kes rewşa me bibîne. Yên nû tên vir neçar dimînin bimînin. Em pirgsirêka gazê dijîn. Her tim komir û êzingên me tune ne.”
 
‘Agahiya kesî ji vir tuneye’
 
Îlaydayê wiha dawî lê anî: “Divê pirsgirêkên me demildest bên çareserkirin. Em dixwazin zarokên xwe bidin xwendin lê ji ber krîzê em nikarin. Divê serokomar, parlamenter, walî rewşa me bibînin. Agahiya kesî ji vir tuneye.  Diyanetê mele şandiye vir. Mele bi me re eleqeder nabe. Ez nexweşa pençeşêrê me. Mûçeya min ya astengdariyê 6 hezar û 500 lîra ye. Ez alîkariyê ji bo zarokê xwe dixwazim.”
 
 
‘Serokomar çima me nabîne’
 
Jina bi navê Fatma Tarhan jî der barê pirsgirêkên dijîn de axivî û got: “Ne marketek heye ne tiştekî din. Em rawestgehek nêzî mala xwe dixwazin. Zarokên me di şertên zor û zehmet de diçin dibistanê. Zivistan tê. Komir tuneye. Hewcedariyên me hene. Kes alîkarî nade me.  Serokomarê her tiştî dibîne çima vir nbîne. Zarokên me bi şev di tariyê de  tên malê. Ditirsin. Zivistanê zehmete. Zarokên me dixwazin bixînin lê em nikarin bidin xwendin. Bila alîkariyê bidin me.”
 
Tehdîda ‘Em ê we ji malê bavêjin’
 
Jinên nexwestin navê xwe bidin jî diyar kirin ku ew ji ber tehîda aborî û fikaran navê xwe bidin jî behsa pirsgirêkên ewlehiyê kirin û gotin: “Qe nebe kamera hebûna. Veguhestin pir zehmete. Rawestgeh dûr e. Market tuneye. Ji bo nanekê em divê 15 lîra pereyê rê bidin. Zivistanê ji ber market tuneye em nikarin tiştekî bigirin. Ji ber tehdîda wê me ji malê bavêjin jî em naxwazin biaxivin.”