ATK'ê rapora derbarê qetilkirina Narînê de eşkere kir

  • 13:29 20 Îlon 2024
  • Hiqûq
AMED - ATK’ê di rapora ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re ragihand de diyar kir ku Narîn Guran hatiye xeniqandin. 
 
Narîn Guran a 8 salî roja 21’ê tebaxê li gundê Çûliyê ser bi navçeya Rezana Amedê ve hat windakirin. Piştî 19 rojan cenazeyê wê li çemê binê gund hat dîtin. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora ku der barê kuştina Narînê de amade kir, ji  Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Di rapora ku ji aliyê 1'emîn Desteya Îhtîsasê ya Saziya Tiba Edlî ve bi nirxandina belgeyên tiba edlî û rapora otopsiyê ya der barê Narîn Gûran de hatiye amadekirin de, ev tişt hatin gotin: "Bi daneyên heyî re nirxandina bijîşkî ya ku Narîn Guran ka bi îstîsmara zayendî re rû bi rû maye an na nehatiye kirin.” Di raporê de hat destnîşankirin ku mirina Guran roja windabûna wê (21ê Tebaxê) pêk hatiye.
 
Ji binê çongê û jêr ve lingê çepê yê Narînê jê bûye. Di raporê de hat gotin ku dibe piştî mirinê ji aliyê sewalan ve hatibe jêkirin. Her wiha bi pirrdengiyê muala hatiye kirin ku û tespît kirine ku Narîn Guran di encama xeniqandinê ango bêoksîjenmayînê de hatiye kuştin. 
 
Saziya Tiba Edlî li ser şûna geza yên di milê kekê Narînê, Enes Guran de lêkolîna xwe didomîne û tê payîn saziya navborî mutalaya xwe bide.