Bezvana maratona Olîmpiyadê ya Uganda Rebecca Cheptegei hate qetilkirin

  • 15:26 5 Îlon 2024
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bezvana maratona Olîmpiyadê ya Uganda Rebecca Cheptegei, di encama êrîşa hevalê xwe yê mêr ê binavê Dîckson Ndiema Marangach de jiyana xwe ji dest da.
 
Komîteya Olîmpiyadê ya Ugandayê, ragihand ku werzişvana Ugandayî Rebecca Cheptegei, ji aliyê mêrê ku pê re bû ve hatiye qetilkirin.
 
Rebecca Cheptegei, di rojên derbasbûyî de rastî êrîşa Dickson Ndiema Marangach ê ku pê re dergistî bû, hat. Werzîşvana 33 salî di lênihêrîna giran de dihat ragirtin.
 
Hat ragihandin ku Rebecca Cheptegei ya ku di encama êrişê de ji sedî 80’ê laşê wê şewitî, piştî ku bi rojan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Moî ya li Rojavayê Kenyayê têkoşîna jiyanê da, jiyana xwe ji dest da.
 
Serokê Komîteya Olîmpiyatê ya Ugandayê Donald Rukare, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de wiha got: "Werzişvana me ya Olîmpiyadê Rebecca Cheptegei piştî ku ji aliyê mêrê ku pê re bû rastî êrîşek hovane hat, jiyana xwe ji dest da. Bila ruhê Rebecca Cheptegei ya nazik rihet be. Em tundiya li dijî jinan şermezar dikin. Ev sûcek tirsoneke ku bû sedema windakirina werzîşvanek gelek mezin."