Konferansa DEM Partiyê: Divê em polîtîkayên tifaqê xurt bikin

  • 10:56 14 Îlon 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE -  Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di konferansa rêxistinkirinê ya giştî ya partiya xwe de axivî û got: “Helbet ne wek tenê DEM Partî, di heman demê de pêdiviya me bi hevkariya mûxalîf û hemû derdorên demokrasiyê jî heye. Di pêvajoya ku rejîma desthilatdar dixwaze faşîzmê kûr bike de divê em polîtîkayên tifaqê xurt bikin."
 
Konferansa Rêxistinkirinê ya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) dest pê kir. Li eywana konferansê pankartên “Jin jiyan azadî” , “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” hatin daliqandin. 
 
Ji bilî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek parlamenter tev li bûn. Konferans bi avakirina dîwanê û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
'Em ê rêyeke çawa vekin'
 
Pişt re Elîf Bûlût a li ser navê dîwanê mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku DEM Partî li Kurdistanê pêşeng e û li Tirkiyeyê jî partiya mûxalefeta sereke ye. Elîf, anî ziman ku paradîgmayeke DEM Partiyê heye, ev paradîgma armanc dike ku li dijî talankirina xwezayê, xizaniyê, tundiya zarokan û gelek pirsgirêkên din têkoşînê bimeşîne û da zanîn ku ew têkoşîna edalet, aştî û demokrasiyê jî dimeşînin. Elîf wiha berdewam kir: “Em ê rêyeke çawa vekin, em ê wezîfeya xwe ya dîrokî çawa bi cih bînin? Di vê konferansê de em ê li ser rê û rêbazên vê biaxivin. Li cihê ku jin lê tune be, li cihê ku siyaseta jinê tune be, her tişt nîvco û kêm e. Me du rojan nîqaş kir û biryarên xurt girtin. Biryarên ku em ê li vir bigirin em ê mezintir bikin. Em konferanseke ku xwedî wateyeke dîrokî li dar dixînin. Em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin.”
 
'DEM Partî yekane hêviya gelan û kedkaran e'
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê pişt re axivî, biryarên di konferansê de bên girtin wê di dema pêş de xeta rê ya partiyên wan diyar bikin. Tuncer, bi lêv kir ku DEM Partî yekane hêviya gelan û kedkaran e û wiha got: “Ji bo ku em konferansa xwe li dar dixin nabêjim. Ez bi nihêrîna li vîna bloka dualî ya heyî ya li ser gelên Tirkiyeyê û paşeroja wan re qala rewşa heyî ya li Tirkiyeyê dikim. Ev bingeh, bingeheke binirx û biqiymet e. Ji bo vê yekê jî gelên Tirkiyeyê, kedkar û bindestên Tirkiyeyê partiya me weke hêviyeke mezin dibînin. Di vê pêvajoya ku partiya me dibe hêvî de di serî de berpiryartiyeke mezin dikeve ser milê delegasyonê.
 
Li dar xistina konferansan girîng e
 
Ji bo em vê zemîna ku hêviya gelan û kedkarên li Tirkiyeyê ye bi rengekî serketî teslîm bigirin, erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her yekî ji me. Ez bawer im piştî vê konferansê em ê li vê salonê careke din van erk û berpirsyariyan nîqaş bikin û biryarên gelekî girîng bigirin û ji bo bicihanîna vê mîsyona dîrokî ked û têkoşîneke mezin bidin. Di bicihanîna mîsyona dîrokî de yek ji wezîfeyên herî girîng û pêşeng, rêxistinbûyîn û rêxistineke xurt e. Ne pêkan e ku ti tevgereke siyasî ya xwedî rêxistinbûyîneke xurt nîne, vê zemîn û firsenda dîrokî ya di nava vê siyasetê de derketiye holê bicih neîne. Di vê konferansê de ji ber ku em bi vê ezmûna dîrokî re rû bi rû ne, hevalên me wê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hûn baş dizanin ku partiyeke xwedî rêxistinbûyîneke xurt nebe, ne partiyek e. Gotina her kesî bi qasî rêxistinbûna xwe ye. Gotina partiya xwedî rêxistinbûyîneke xurt beralî dike û ji ber vê yekê lidarxistina konferansan girîng e. Ji ber vê yekê me bi rojan li herêman civîn û konferansên herêmî li dar xistin.”
 
Di konferansê de piştî Tuncer Bakirhan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. 
 
50 milyonan mirov bi birçîbûnê re têdikoşin 
 
Tulay, bal kişand ser konferansa rêxistinkirina jinan a du rojan kirin û da zanîn ku konferans diyarî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta tirk ve di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin. 
 
Tulay, qala mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin kir, diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 50 milyonan mirov bi birçîbûnê re têdikoşin û wiha got: “Me careke din di xebatên kolanan, civînên karkeran, civînên kedkaran, civînên hilberîneran de dît ku niha hilberîner, cotkar, karker û kedkar tijî bûne. Kêr di hestî de ye.”
 
Tulay îşaret kir ku êdî tenê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer nîne û anî ziman ku pevçûn li hemû cîhanê belav bûne û wiha domand: “Em tu serdeman ji gotina aştiyê tu caran bi paş ve gavê naavêjin. Em ê di van konferansan de bi dînamîkên navxweyî yên li Tirkiyê û dînamîkên herêmê û torên aştiyê yên navneteweyî re tevgera aştiyê ya li dijî şer bi rêxistin bikin.”
 
Ji bo azadiya kurd têdikoşin 
 
Tulay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên hêja, li vê salonê hemû kevneşopiyên têkoşîna şoreşgerî, têkoşîna şoreşger a Tirkiyeyê, tevgerên çep sosyalîst hene. Li vê salonê, mirovên ji kevneşopiya têkoşer, berxwedêr û serhildanî ya tevgera azadiyê ya kurd tên, hene. Li vê salonê, tevgerên jinan û femînîst ên li Tirkiyeyê di nava têkoşîna jinê de dixebitin, hene. Li vê salonê jinên ku ji bo azadiya kurd têdikoşin hene. Tevgera jinên kurd heye. Li vê salonê yên ji bo mafên mirovan têdikoşin, mafên xwezayê diparêzin, mafên astengdaran, zarokan diparêzin hene. Ev salon saloneke ku hemû mafên bindest, kedkar û mirovên keda wan tê xwarin diparêze hene. DEM Partî vaye ev e.
 
Nikarin zarok û jinan biparêzin
  
Li hemberî hevalên me yên di girtîgehan de tên ragirtin, li dij birez Ocalan ê ji ber tecrîda li Îmraliyê bi heman e agahî jê neyê girtin, li dijî ÎHA û SÎHA’yên li ser van axan radibin, li hemberî rojnameger û siyasetmedarên hatine qetilkirin, li hemberî yên bêyî darizandin hatine qetilkirin û di heman demê de li hemberî Narînan û zarokan berpirsyariyekî me ya mezin heye. Helbet vekirina pêvajoya bi vî awayî asê bûye û diyarkirina nexşerêya wê jî berpirsyariya me ya mezin û dîrokî ya vê konferansa bi wate û girîng e. Ez bawerin aliyekî girîng ê konferansa rêxistinbûnê jî ev yek e.
 
Ev demekî dirêj ev rêbaz serwextbûna xwe, bi hevkariya AKP’ê MHP’ê, tifaqa bi Ergenekonê re ava kirine, Tifaqa JÎTEM’ê re ava kirine winda kiriye. Li gel van welat bi rewşa siyasî-civakî, siyaseta riziyayî, bi siyaseta derve ya bi ÎHA û SÎHA’yan neyê birêvebirin. Nikarin zarok û jinan biparêzin. Ez bi israr vê yekê tînim ziman, şert û mercên têkoşîna li dijî vê desthilata ku nikare van peywiran pêk bîne, ava bûne.
 
Polîtîkayên tifaqê xurt bikin
 
Helbet hewce ye em di vê konferansê de di demekî ku desthilat û rejîm xitimiye, sermaye krîzekî navneteweyî dijî de têkoşîna kedê, jinê, ekoloji, yê, mafên ciwanan, têkoşîna baweriyan xurt bikin û encam bigirin. Em li aliyekî wek DEM Partî xwe rêxistin dikin, li aliyekî ji herêman bi bir navendê kampanyayan li dar dixin, tax bi tax xwe rêxistin dikin, ji herêman ber navendê dikevin nav avabûnekî de.
 
Helbet ne wek tenê DEM Partî, di heman demê de pêdiviya me bi hevkariya mûxalîf û hemû derdorên demokrasiyê jî heye. Di pêvajoya ku rejîma desthilatdar dixwaze faşîzmê kûr bike de divê em polîtîkayên tifaqê xurt bikin. Di vê hêlê de polîtîkaya partiya me ya ku bi gelek saziyan re dimeşîne heye. Em ê di demekî kin de van potîkayan encam bikin û derkevin pêşberî civakê.” 
 
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.