8 sal in serdana gora kurê xwe dike

  • 09:03 7 Tebax 2024
  • Jiyan
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Turkan Aslan a ku di nava 8 salên piştî mirina kurê xwe de her roj bi serdana kurê xwe û hevalên wî re li ser gora wî dijî û wiha got: “Ev 8 sal in ez roja xwe bi serdana gora kurê xwe û kulîlkên hevalên wî derbas dikim. Ez li wir nefesê distînim. Ez nikarim bijîm bêyî ku destê xwe bidim axa wan."
 
Dayikên Plaza De Mayo li Arjantînê, Dayikên Şemiyê yên li Kurdistanê, Dayikên Aştiyê û gelekên din... Yekane armanca têkoşîna dayikên ku jiyana xwe ji bo aştiya cîhanê ya herdemî feda kirine, li hêviya rawestandina rijandina xwîn û hêstiran e. Yekane daxwaza dayikên ku zarokên xwe di şer û pevçûnên Kurdistanê de ji dest dane ew e ku di zûtirîn demê de şer bi dawî bibe û aştî pêk were ku êdî dayikên din negirîn. Dayîkên ku ji salên 90'î û vir ve bi nîqaşên tund ên dewletê re rû bi rû ne, li hemberî tundî, îşkence, binçavkirin, girtin, gef û zextên ku hatine jiyîn bêyî ku tawîz bidin berxwedana xwe didomînin. Dayik têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek aştiyane didomînin. Têkoşîna wan a ji bo, Tirkiyeyek ku tu dikarî lê bijî û Kurdistana azad, didome. Têkoşîna wan a li dijî yên ku li dijî berxwedanê şer û pevçûnan ferz dikin, didome.
 
Feylesofê navdar Nietzsche dibêje: “Êşa ku nekuje me xurtir dike”. Li Kurdistanê teseliya dayika ku zarokê xwe defin dike tenê hembêzkirina doza zarokê xwe ye. Dayika Rizgar (Musur) Aslan (19) ê ku di 19'ê Mijdara 2015'an de di berxwedana xwerêvebirinê ya li Nisêbîna Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da, yek ji dayikên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna zarokê xwe feda kir, Turkan Aslan (56). 
 
Piştî ku Rizgar di dema qedexeya derketina derve de dema dixwest ji Taxa Abdulkadîrpaşa derbasî Kolana Şîrîn bibe bi guleya ji wesayîta zirxî hat qetilkirin, dayika wî 8 sal in her roj ziyareta gora kurê xwe dike. Turkanê ewil diçe gora hevalên kurê xwe av dide, herî dawî jî gora kurê xwe Rizgar av dide û dest bi sohbetê dike.
 
'Ji her kesî ciwantir bû, lê şîret li civakê dikir'
 
 
Piştî mirina birayê Rizgar Seyîthan ku ji ber zextên dewletê tevlî nava refên PKK'ê bû, birayê wî yê din xwendekarê zanîngehê Osman jî bi tevlîbûna PKK'ê jiyana xwe ji dest da. Turkan, anî ziman ku navê zaroka xwe ya 7'an a ku piştî mirina xwişk û birayên xwe ji dayik bûye  kiriye Rizgar û wiha got: “Me gelek tişt dîtin û jiya. Jiyana me bi şehîdan tije bûye. Kurê min Rizgar zarokekî pir cuda bû. Tevî temenê xwe yê biçûk jî zarokekî pir jîr bû. Ew pir rêzdar bû. Pir ji hevalên xwe hez dikir. Ji her kesî biçûktir bû, lê şîret li civakê dikir. Dema ku di civakê de diaxivî, her kesî bi rêzdarî li wî guhdarî dikir."
 
Behsa diyaloga dawî ya bi kurê xwe re kir 
 
 
Turkan behsa diyaloga dawî ya bi kurê xwe re kir û got, “Rojekê danê êvarê dema hat malê got ku ez dixwazim bi te re biaxivim. Ji ber vê yekê em çûn balkonê û qehwe û cixare vexwar. Balkona me ber bi Rojava ve diçû. Li dûr mêze kir û pirsî, 'Ma ne xweş e ku meriv li dûrahiyê binêre?' Ew bi min re wekî ku tiştekî bi awayekî veşartî parve bike, dipeyivî. Wî hewl dida ku min ji tiştekî re amade bike. Wî ji min re got, 'Tu dayik î, lê dema ku sibê tiştek biqewime divê tu berxwedêr bî. Ger tiştek bi min were, divê hûn bi hêz bisekinin. Ez ji dayikên bi hêz, negirîn hez dikim. Dayikên qehreman lehengan tînin dinyayê. Ez ne tenê kurê te me. Di her kêliyê de her tişt dikare bibe. Em ji her tiştî re amade ne'. Ew cara dawî bû ku em pê re axivîn." Turkan bi rondikên çavan dibêje: “Ji wê rojê şûnde şer dest pê kir."
 
'Ez nikarim bêyî ku dest bidim axa wan bijîm'
 
 
Turkan anî ziman ku 8 sal derbas bûne û got ku gotinên wî yên dawî di guhên wê de ne. Turkan got, "Bi roj çi dibe bila bibe, havîn, zivistan, baran, roj û şev çi dibe bila bibe, divê ez biçim ser axa wî. Ez li wir nefesê distînim. Ez nikarim bêyî ku destê xwe bidim axa wan bijîm. Ez dema xwe bi avdana kulîlkên kurê xwe û hevalên wî derbas dikim. Ez bi wan re dipeyivim mîna ku ew qet neçûbin. Ez hest dikim ku ez bi wan re me. Ez tenê her tiştê ku di hundurê min de ye ji wan re dibêjim. Ez dilê xwe ji wan re dirijînim. Dibêje. Min 7 sal wisa derbas kir."
 
Di dema şîna kurê wê hatibû danîn, bi ser mala wan de girtin
 
Turkan, anî ziman ku çend roj piştî ku Rizgar jiyana xwe ji dest dabû, dema konê sersaxiyê li erdê bû bi ser mala wan de hate girtin û wiha dewam kir: “Pêşî ez birin, piştre kurê min Baran û Zozan û Cûdî girtin. Di dema şîna kurê wê hatibû danîn de, bi ser mala me de girtin. Dema em ji goristanê vedigeriyan, avêtin ser mala me û kurê min birin. Salek sekinîn, lê bi salan mehê çend caran bi ser mala me de digirtin. Carinan ji me hinek dibirin. Carinan bêyî ku kesî bigirin derdiketin. Dihatin, mal xera dikirin, alavên Rizgar belav dikirin û diçûn. Dê bi ser me de bimeşiyan û tundî bikirana. Gelek îşkence li me kirin. Bi zarokên me gef li me dixwarin. Digotin 'Em ê zarokên we bikujin, em ê kaş bikin li pişt panzerê'. Gelekî zilm û zor li me kirin û gelek em êşandin. Keça min Kehrîn û bavê wê binçav kirin. Tenê armanca wan ew bû ku me bêzar bikin. Bi şev saet di 03:00 de dihatin û heta 10:00 sibehê diman. Zirar didan mal û tiştên me. Wan her rêbaza îşkenceyê li min kirin."
 
'Divê em layiqî zarokên xwe bin'
 
 
Turkan got, "Ev doz dê wiha nemîne. Em ê bi ser bikevin. Em êdî naxwazin êşa ciwanan bijîn. Berxwedan jiyan e. Em dixwazin ku mirov bi hev re rast bin, şehîdên xwe ji bîr nekin û layiqî wan bijîn. Divê em layiqî zarokên xwe bin.”
Mezarda huzur buluyor
 
Piştre Turkan xwe amade dike ku biçe 
 
Piştre Turkanê ji bo çûyina ser Gora Hacilar xwe amade dike. Di rê de behsa Rizgar û hevalên wî kir. Turkana ku gora hevalên xwe av dide, herî dawî gora Rizgar av dide û dest bi sohbetê dike.
 
Turkanê ku li tenişta kurê xwe û hevalên wî aramiyê dibîne, bi wan re  sohbetê dike, jiyana xwe ji bo bîranîna kurê xwe derbas dike.