MKG: Em ê zextan bi piştevaniyê vala derxînin

  • 22:21 20 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED- Komeleya Rojnamegerên Jinan a Mezopotamyayê der barê serdegirtina mala rojnameger Rabîa Onver de ku li Gever a Colemêrgê pêk hatibû de daxuyaniyek da û  diyar kir ku wê zext û êrîşan bi piştevaniya xwe vala derxînin.
 
Li taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê di saetên êvarê de polîsan bi ser mala nûçegîha JINNEWS’ê Rabîa Onver de girtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanê serdegirtinê da. MKG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî nûçeyên ku Rabîayê der barê çeteyên hişbir û fuhuşê çêkiriye serdegirtin pêk hatiye û vê êrîşê wek hewldana li dijî çapemeniya aza d û rojnamegeran dinirxînin.
 
‘Ev êrîşeke li dijî mafê girtina nûçeyane’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Rojnameger dema peywira xwe dikin bi zext, tehdîd û pêkanînên sansurê re tên rû hev. Ev êrîşeke raste rast li dijî mafê girtina nûçeyan a gel e. Rojnamegerên jin têkoşîna di lêgerîna heqîqetê de didin, tevî her cureyê zextan wê bidome. Lêgerîna ku bi saetan li mala Rabîayê hatiye kirin, zextên li ser xebatên pîşeyî nîşan dide.”
 
‘Em ê bi piştevaniya xwe zextan vala derxînin’
 
Her wiha MKG’ê destnîşan kir ku ew ligel hevpîşeya xwe Rabîa Onverin û wiha dawî lê anî: “Divê her cureyên zextên li ser xebatên rojnamegeriyê bidawî bin.   Em careke din diyar dikin ku wê her cureyê zextên li ser rojnamegerên jin bi piştevaniya me ya pîşeyî vala derkevin. Em ligel Rabîa Onver in. Rojnamegerî ne sûc e!”