Xetereya li pişt manşetên sansasyonel…

  • 09:03 28 Tîrmeh 2024
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi zimanekî sansasyonel çêkirina nûçeyên qetilkirinên jinan û tundiya li ser jinê tirsa civakî û pêşdarazan xwedî dike.  Nêzîkatiyeke bi hestiyar û agahîdayînê ya çapemeniyê, di alî afirandina hişmendiyê de hem jî di alî çareseriyê de gelek girînge.
 
Çapmenî di alî ragîhandina bûyerên civakî û pirsgirêkan de rolek girîng dilîze. Bêguman di ragîhandina tundî û qetilkirinên jinan de jî berpirsyariya çapemeniyê mezine. Ziman û usluba di van nûçeyan de tê bikaranîn jî ji bo afirandiya hişmendiyê, teşwîqkirina çareseriyê gelek girînge. Lê çapemenî zimanekî dramatîk û sansasyonel bi kar tîne û ev rê li ber encamên neyînî vedike.
 
Bikaranîna sernavên sansasyonel
 
Çapemeniya bi sernavên sansasyonel bûyeran radigihîne, armanca wê balkişandin be jî, pirsgirêkên bi van nûçeyan dertên holê divê bên dîtin. Yek ji van afirandina tirsê ye. Ya din jî xwedîkirina pêşdarazan e. Her wiha di alî etîka nûçeyê de bawerbûna bi çapemeniyê tê lêpirsînikrin. Mînak hinek sernavên sansasyonel: Mîlliyet: ‘Li kolanê hovîtî: kuşt û  berda serê xwe’, Yenî Akît: ‘Hovîtî: xwişka xwe ya ducanî li kolanê bi çavsorî kuşt.’, Ege Postasi: ‘Jina bi mehra olî pê re zewicîbû li kolanê qetil kir’, NTV: 'Li Edeneyê li kolanê hovîtî:çawîşê pispor hevjîn xwe qetil kir, sê kes birîndar kir.'
 
Di nûçegîhaniyê de ziman û îfade girîngin
 
Nûçeyên der barê qetilkirin û tundiya li ser jinan de, di nokteya afirandina hişmendiyê de girîng e. Lê îfade û zimanê tê bikaranîn raste rast bandorê li ser nêrînê dike. Têgeha ‘li kolanê’ pir tê bikaranîn û balê dikşîne.Ev têgeh, destnîşan dike ku bûyer li qada ji rayagiştî re vekirî pêktê. Dema zimanekî sansasyonel û magazînî bê bikaranîn, ev dibe sedema tirsa civakî.
 
Nêzîkatiya ku jinê hedef digire
 
Gotinên wekê ‘jin bi çavsorî li kolanê hat qetilkirin! Kêliyê mirovan dicemidîne dertên holê!’ rê li ber balkişandinê vedike. Zimanekî wisa bandorek neyînî dike û di mijara derketina derve de dibe sedema fikaran. Her wiha sernavên wisa, azadiya jinan a di civakê de sînor dike û ji qada cemawerî dur dixe.
 
Çareserî û hişmendiya civakî
 
Di çapemeniyê de bikaranîna têgeha ‘li kolanê’divê bêyî ku tirs û bêewlebûn bê afirandin, peywria xwe ya hişmendibûnê bîne cih. Ji bo hawirek bi ewle û mafê jinan tê parastin bê afirandin divê em wek civak berpirsyariya xwe bînin cih. Li şûna jin ji qadên cemawerî bên durxistindivê xwe li van qadan azad û bi ewle hîs bikin.
 
Nûçegihanî çareseriyê esas digire
 
Li şûna ku aliyên dramatîk ên bûyerên tundiyê bê vegotin, riyên çareseriyê esas girtin girînge. Hem ewlehiya jinê hem jî di aliyê hiqûqê de nûçeyên agahdarkirinê çêkirin, wê hişmendiya civakî zêde bike û piştgiriyê bide ku jin xwe di ewlehiyê de hîs bikin.
 
Divê çi bê kirin? 
 
Divê nûçeyên ku piştgiriyê didin guherîna civakî û jin di qada cemawerî de rolên aktîv bigirin, bên çêkirin.  Her wiha ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê û wekheviya zayendê jî kampanya bên kirin û bernameyên perwerdê  bên çêkirin.