'Eşkerekirina daneyên tendirustiya jinan sûc e'

  • 09:03 11 Îlon 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Melek Avci
 
ENQERE- Parêzer Ozlem Gunel teksen da zanîn ku eşkerakirina daneyên dermankirina jîneolojîk yên jinên li nexweşxaneyên cemawerî sûc e û wiha got: “Dema jin diçe dermankirina jînekolojîk, bi bav an jî kesekî din re parvekirina encamên wê di alî hiqûqî de nayê qebûkirin.”
 
Di rojên borî de gelek jinî der barê ku daneyên tenduristiyê ji aliyê wezareta tenduristiyê ve hatine binpêkirin de gilî kiribûn û diyar kiribûn ku nexweşxaneyên cemawerî encamên ultrasyon, patolojî û tahîlan ji bavê wan re ragîhandine. Bi taybet jî jinên çûbûn klînîka welidîna jinê, daneyên wan ji ser MHRS’ê bi peyamê ji malbatê re hatibûn ragîhandin. Jinan bertek nîşanî rewşê dabûn.
 
Jinên reşît ku sîgorteya wan ya tenduristiyê ne li ser bavê wan e, jinên sîgorteyên wan hene û numareyên wan li ser kesên zewicandîne jî encamên wan yên jîneolojîk bê destur hatibûn parvekirin. Ji Platforma Ji bo Jinan Wekehevî parêzer Ozlem Gunel Teksen der barê mijarê de axivî.
 
‘Eşkerakirina daneyan sûc e’
 
Ozlemê da zanîn ku wek EŞÎK der barê îdiayan de daxuyanî dane û di heman demê de Yekitiya Tabîban ji bo agahiyê ji wezaretê bigirin serlêda kirine. Ozlemê wiha got: “Li ser vê Yekitiya Tabîban rastiya rewşê ji wezaretê pirsî lê hîna ji wezaretê bersiv nehatiye. Em jî pêvajoyê dişopînin. Dema bersiv bê em ê bi rayagiştî re parve bikin. Ya em dizanin ku ev e divê teqez tiştekî wisa nehatiba kirin. Em dizanin ku pregalek şopandinê ya ducaniyê ya wezareta tenduristiyê heye û ji  ser vê pergalê agahdarkirin tê kirin. Em di vê mijarê de jinan agahdar bikin; jinên ku SGK’a wan ji aliyê bavê wan ve tê dayîn, il ser e-dewletê rêbazeke divê ji wan re ragîhandinê bike, heye û bila wê rêbazê tercîh bikin.  Dema jin diçe dermankirina jînekolojîk, bi bav an jî kesekî din re parvekirina encamên wê di alî hiqûqî de nayê qebûkirin. Ev li dijî qanûn parastina daneyên şexs in.”
 
‘Jinan wek kes nabînin û maf binpê dikin’
 
Ozlemê wiha bi Lêv kir: “Ev di alî hiqûqê de esûc e û ligel vê êrîşeke li dijî mafê jinan e. Tevî dane di bin parastinê de ev dane tên aşkerakirin. Ev jî pirsa gelo kesayeta jinê ji nîqaşê re tê vekirin tîne hişê mirovan û ji çar aliyan jî êrîş tên. Jin wek kes nayên dîtin, wek alavekê tên dîtin û dane ji bav re tên nîşandan.  Jinan wek şexs nabînin û maf tên binpêkirin.”
 
Ozlemê destnîşan kir ku jinên xwe digihînin mafê tendusitiyê jî davêjin plana dawî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di xwegîhandina mafê tenduristiyê de ji xwe pirsgirêkan dijîn. Niha jî bi tiştên wisa re tên rû hev û ev jî dibe sedema jin ji dermankirinê dur dikevin.  Mixabin der barê nexweşiyên jinan de kontrolê baş nayên kirin. Divê hemû jin xwe bigihîninê û bê pere be. Ligel vê parvekirina daneyên jinê mixabin jinan ji dermankirinê  û kontrolê dur digire.”