' Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn'

  • 10:58 17 Îlon 2024
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Myanmarê ji ber lehiya ku bagera Yagî bû sedem 226 kes mirin, 77 kes jî winda ne.
 
Li başûrrojhilatê Asyayê ku ji destpêka vê mehê û vir ve di bin bandora bagera Yagî de ye, ji ber lehî û hezazê li Myanmar, Vîetnam, Laos û Taylandê zêdeyî 500 kes mirin.
 
Li gorî qenala televîzyonê ya dewletê ya Myanmarê MRTV, di lehiyê de 226 kesan jiyana xwe ji dest dan, 77 kes jî winda ne. Hate ragihandin ku nêzî 260 hezar hektar zeviyên birincê yên li welêt tine bûne.
 
Ofîsa Koordînasyona Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (ONUCHA) ragihand ku ji ber lehiyên li Myanmarê bandor li 631 hezar kesî kiriye.
 
Saziya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pêwîstî bi xurek, ava vexwarinê, stargeh û kincan heye û ragihand ku ji ber lehiyê xisar li xetên ragihandinê, rê û piran bûye, lewma hewldanên alîkariyê têne astengkirin.
 
Hate ragihandin ku ji ber têkilî bi herêmên dûr re kêm e, zehmet e li ser rewşa mexdûran agahî bê komkirin.
 
Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) lehiya ku li Myanmarê rû daye lehiya herî nebaş a dîroka nêz e.
 
Lîderê cûntayê Mîn Aûng Hlaîng roja Şemiyê ji bo têkoşîna li dijî lehiyê banga alîkariya navneteweyî kiribû.