DEM Partî qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî

  • 12:20 16 Îlon 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî û destnîşan kir ku birînên li wir dikarin bi piştevaniyê bên pêçandin. 
 
Hevberdevkên Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Mahfuz Guleryuz têkildarî kesên di Komkujiya Sabra û Şatîlla ya 42 sal berê qewimîbû, li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Beriya daxuyaniya “Metna Aştiyê” bê dayîn, Yuksel Mutlu di destpêkê de axivî. 
 
Yuksel Mutlu bi bîr xist ku di êrişa li dijî kampa penaberan a Sabra û Şatîlla de 3 hezar kesên bi piraniya wan Filistînî û Lubnanî bûn hatin qetilkirin. 
 
Yuksel da zanîn ku komkujî ji aliyê falanjistên xiristiyanî ve pêk hatiye û got: “Dadgeha Ceza ya Navneteweyî wê heyamê wezîrê parastinê Ariel Şaron wek sûcdarê şer ragihand û tevî vê yekê jî pêvajoyek rûbirûbûnê nehat birêvebirin. Berovajî vê dewleta Îsraîlê vî kesî wek serokwezîr ragihand. Divê ku ew bihata cezakirin çimkî sûcê şer pêk anîbû û faîl bû. Lê heta îro pêk nehatiye. Edalet nehat pêkanîn.” 
 
Yuksel diyar kir ku li Filistînê hê jî sivîl tên qetilkirin û got ku ew li dijî komkujiyan in. Yuksel anî ziman ku ew li cem gelê Filistînê ne û wiha got: "Daxwaza me ya aştiyeke adil a li herêmê ye. Ji bo ku şerê îro diqewime di demek zûtirîn de bi dawî bibe. Em ê her li cem mezlûman bin. Ji bo aştiya li herêmê pêk were, partiya me wê ji niha û pê ve jî weke berê vê komkujiyê şermezar bike û em diyar dikin ku mafê çarenûsiya navneteweyî qebûl dikin.” 
 
Mahfuz Guleryuz jî “Metna Aştiyê” ya ku partiyê amade kiribû xwend. 
 
Metna hat xwendin wiha ye: 
 
 “Komkujiya ku beriya 42 salan, di navbera 16 û 18’ê Îlona 1982’yan de li kampên penaberan ên Sabra û Şatîlla pêk hat, weke yek ji sûcên herî hovane yên hêzên dagirker û hevkarên wan ên li dijî mirovahiyê ye, di bîra me de maye. Di vê qetlîamê de bi sedan sivîlên Filistînî hatin qetilkirin, zilma emperyalîzmê û hevkarên herêmî yên li ser gelan careke din bi awayekî zelal derket holê. 
 
Îro li dijî dagirkeriya Îsraîl a li Filistînê û zilma ku li ser gelê Filistînê tê meşandin, îro careke din têkoşîna edalet û wekheviyê ya di navbera gelan de girîng e. Gelê Filistînê li hemberî vî şerê newekhev ku bi dehan sal in di bin êrişên hêzên dagirker de berdewam dike, têkoşîna hebûnê dide. Siyonîzm li dijî hemû hêzên azad e. Siyonîzm û piştgirên wê, hêzên emperyalîst, bi qasî ku li dijî gelên herêmê û hêzên azadîxwaz in, li dijî gelê Filistînê ne. Komkujiya Sabra û Şatîlayê yek ji sembolên têkoşîna bi rûmet a gelê Filistînê ne tenê li dijî hêzên dagirker, li dijî polîtîkayên desthilatdariya kapîtalîst a dagirker a ku hemû gelan ditepisîne dike ye. Şerê li Filistînê weke berdewamiya heman polîtîkayên mêtingeriyê îro jî didome.
  
Weke DEM Partiyê; em wekheviya gelan diparêzin û piştgiriya berxwedana gelê Filistînê dikin. Em kesên li Sabra û Şatila jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev têkoşîna hevpar tenê ne ya gelê Filistînê ye, têkoşîna gelên bindest, penaber û yên tên mitîngerkirin ên li çar aliyên cîhanê ye. Birînên li Sabra û Şatîllayê vebûne wê bi hevgirtina gelên cîhanê bên dermankirin û têkoşîna me ya ji bo edaletê wê bidome. Bi vê minasebetê em careke din têkoşîna hemû gelan û bindestan ên li dijî emperyalîzm û kolonyalîzmê li ber xwe didin silav dikin. Em careke din komkujiya Sabra û Şatîllayê şermezar dikin."