Li gundên herêma êrîşê şewat

  • 20:44 25 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku di encama êrîşên SÎHA’yan yên aydê Tirkiyeyê de li Başûrê Kurdistanê 5 gundan şewat derketiye û 2 hezar û 400 donim erd şewitiye.
 
Endamê Tîma Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman daxuyand ku ji ber şer û bombebarana dijwar a balafirên bêmirov û topbaranên Tirkiyeyê îro di saetên sibehê de li devera Berwarî Bala şewat derket. Kameran Osman diyar kir ku şewat gihişt nava gundên Mêrga Qesrê, Girê Sor, Elkîşkê, Cembelkê û Bêlîzanê.
 
Kameran Osman anî ziman ku gundê Elkîşkê agir hatiye heta nava xaniyên gund, bax û goristana gund. Kameran Osman diyar kir ku ji ber şewatê rêya sereke ya ketin û derketina gund hatiye girtin û got: “Hinek şênyên gund karîne ji gund derkevin xwe rizgar bikin. Lê niha 19 malbat di nava gund de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin. Tê texmînkirin, ji ber şewata îro, nêzî 2 hezar û 400 donim erazî şewitiye.