Gel li Sultangaziyê li dijî kana keviran dest bi çalakiyê kirin

  • 18:45 25 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
STENBOL - Gel li Sultangaziyê li dijî kana keviran dest bi protestoyê kirin.
 
Li Sultangazî ya Stenbolê şêniyên taxa Cebecî li dijî kanên keviran yên li herêmê çalakiya protestoyî dan destpêkirin.
 
Komkal i Qada 15 Temuz Demokrasî û Şehîdan kom bûn, berbi şaredariya Sultangazî ketin meşê. Polîsan barîkat avakirin, welatiyan barîkat debas kirin û rê li trafîkê girtin. Polîsan êrîşê welatiyan kir û welatiyan bertek nîşan da. Di bûyera hat jiyîn de gelek kes hatin binçavkirin.