Em

  • 09:04 21 Îlon 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Em rewşa heyî ya tiştên li pey me hatine jiyînê ne. Cih, dem û di cîhana ku diguhere de ya para me dikeve dîrokeke ku em jî ji pêşerojê dihêle ne. Lê ev dîrok pêşî li newekheviya‘em-yên din’ negire wê ji azadiyê qût be. Ji ber azadî li cihê ku ‘em-yên din’ tuneye şîn dibe."
 
Necla Yildiz
 
Lêkolînên hatine kirin de hatiye tespîtkirin di destpêka dîrokê de hêza sereke jin e. Li aliyê din jî Homo Sapîens li erdnîgariya Kurdistanê di bawerî, ziman, çand, çandinî, şoreşa gunde di çêkirina alavan de û gelek gavên girîng de bandor bûye. Di van pêşketinan de dîrok ispat dike ku jin kirdeya esas
e.
 
Di berdewama wê de îro baweriyên wek Êzidîtî, Yaresanî û Elewitî, li erdnîgariya Mezopotamyayê bi baweriyên felsefîk-îdeolojîk ên wekê Zurvanîzm, Mandeîzm, Anemîzm vejiyaye. Ev baweriyên ku di roja îro de bûne hedef, bandora wê ya li ser olên yek xweda jî rastiyeke. Dîsa di pergala baweriya ku jin bi bandore de rolên girîng ji bo mirovahiyê dikeve û lê jin di plana dawî de hatiye hiştin.
 
Dema em van lêkolînan li ber çavan bigirin, di cîhana sedsala 21’ê de xizaniyek giran tê jiyîn. Sedema xizaniya aborî ji vir pêk tê. Rêgeza wekhevî û azadiyê ya di esasa jinê de berdewam bikira, pirsgirêkên heyî wê veneguheriya krîzê.  Sedema vê jî şer, birçîbûn, qirkirin û komkujîne. Heta ev xizaniya giran neyê dîtin, çareserkirina prisgirêkên niha ne pêkan e.
 
Sadik Hîdayet di pirtûka xwe ya ‘Kor Baykuş’ de wiha dibêje: “Ne ev pirtûk ne jî pirtûk, nivîs û fikrên din yên ji destên wan mêran derketiye çareserî pêk dianî. Çi hewcedariya min bi derew û gotinên wan yên eletewş hebû? Ez ne tevahiya nifşên demên borî me. Tecrubeyên wan ji min re mîrate nemabû ma? Paşeroj bi min re najî ma?” Kaila mirovbûnê jî divê ev bûye. Em rewşa heyî ya tiştên li pey me hatine jiyînê ne. Cih, dem û di cîhana ku diguhere de ya para me dikeve dîrokeke ku em jî ji pêşerojê dihêle ne. Lê ev dîrok pêşî li newekheviya‘em-yên din’ negire wê ji azadiyê qût be. Ji ber azadî li cihê ku ‘em-yên din’ tuneye şîn dibe.
 
Bi jiyankirina vê xiznaiyê re rastiyek wisa dertê holê: “Mêrê nîvco’, ‘por dirêj lê mêjî kêm’, ‘eteka kêm’. Ev destpêka jinên biçûkxistî û binpêkiri ye. Dema mêr jinan biçûk dixînin, êrîşê xweserbûna xwe dike. û di her qetilkirina jinekê de xwe dikuje. Mirovê ku destpêka xwe tune dike, pêkane ku ‘temam’ bibe?Dema jin kêm bibe, mêr temam nabe.
 
Dema em vê rewşê li pêvajoya dîrokê didin, bawerî û gelên nayên qebûlkirin; bawerî û nîjada serdest xurt nake. Ji ber bi her hêmaya xwe taybet dike, xwe qesl dixîne. Her Kurdên tên qetilkirin, dibe Ereb, Tirk, Farsên bi mirinê re têdikoşin. Baweriyeke ku tê qetilkirin,  Îslam, Yanudî û Xiristiyan aliyekî xwe qetil dikin. Xwezaya tê qetilkirin mirovahiyê dibe tunebûnê. Diyalektîka mirin-jiyanê ya civakê wisa ye. Xizaniya mirovahiyê ancax bi vê diyalektîfê dikare bê çareserkirin. Her ku em aliyekî xwe tune bikin, em hemû tên tunekirin. Yên tune tên hesibandin em in, em hemû ne.
 
* Girtîgeha Jinan a Sîncanê