Li wargeha penaberan jinekê xwest xwe bikuje 2021-02-25 11:47:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a li Girava Midiliya Yewnanîstanê jineke Afgan dema hîn bû ku bi hinceta ducanî ye transferî Elmanyayê nayê kirin agir bi bedena xwe xist û xwest xwe bikuje.    Li wargeha penaberan a li Girava Midiliya Yewnanîstanê jineke Afgan xwest xwe bikuje. Jina Afgan dema hîn bû ku bi hinceta ducanî ye transferî Elmanyayê nayê kirin agir bi bedena xwe xist û xwest xwe bikuje. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Yewnanîstanê ANA-MPA 21'ê Sibatê Roja Yekşemê li Wargeha Penaberan a Karatepeyê jina 8 mehî ducanî bû xwe şewitand.    Jina ku astengkirina çûyina Elmanyayê şermezar kir li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û talûkeya wê ya jiyanê tune ye.