Dewlet berpirsiyariya xwe li bijîşkan ferz dike

  • 09:05 24 Tîrmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Rojda Aydin
 
AMED - Bijîşkên ku di erdheja 6'ê Sibatê de avahiya wan a ASM'ê zirar dît, niha li du odeyên Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger a girêdayî Şaredariya Rezanê di nav şertê xirab de hewl didin ku xizmetê bidin gel. Bijîşkên ku serî li Miduriyeta Tenduristiya Navendî dan bersiva "Ji xwe re çareyekê bibînin" hat dayîn. Li avahiyê niha ne xizmeta tenduristiyê û ne jî ya perwerdê baş tê dayîn. 
 
Di erdheja 6’ê Sibatê ya li navenda wê Mereşê pêk hat de gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran xanî zirar dît. Ligel gelek xaniyên ku zirarê dîtin, derbarê gelek xaniyan de jî biryara hilweşandinê hat dayîn. Yek jî wan avahiyan Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) ên Emek û Şeyhşamîlê a Amedê bû. Piştî biryara hilweşandinê ya ji bo ASM'ê, du ode yên li Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger a girêdayî Şaredariya Rezanê ye hat veqedandin û li vir hatin bicihkirin. 
 
Bijîşkên ku neçar in di heman odeyan de bixebitin, nepeniya nexweşan nemaye. Tevî ku sal û nîvek di ser erdhejê re derbas bûye jî hêj jî cihek tabet a nû  nehatiye çêkirin. Hem bijîşk hem jî welatî ji vê rewşê bi gazinc in.
 
Bijîşk ku di têketina avahiyê de li du odeyan karê xwe didomînin, jêrzemîna nebaş wekî qada girtina xwînê tê bikaranîn. Bijîşk ligel şert û mercên ne baş, nêzî 35-40 hezar kesî re xizmetê dikin. Tevî ku Yekîtiya Ewropayê bi şertê ku “Navenda Tenduristiya Koçberan” jî bê avakirin pere dabe jî, hê jî avahiyeke nû nehatiye çêkirin. Tenduristvanên ku ev salek û nîv e cih ji wan re nehatiye veqetandin, li saziya perwerdehiyê hewl didin ku pîşeya xwe didomînin.
 
Midûriyeta Tenduristiyê ya Navendê ligel ku ji tenduristvanan re cih veneqetandiye jî, ji bijîşkan re bersiva “Ji xwe re çareyekê bibînin” daye. Bi vê yekê re li Tirkiyeyê tenduristvanên ku pirsgirêkan dijîn dide ber çavan. Xebatkarê tenduristiyê yê ku me li ser mijarê hevdîtin kir, zehmetiyên ku dijîn vegot. 
 
Ji 35-40 hezar kesî re xizmetê didin 
 
 
Bijîşk, diyar kir ku di erdhejê de avahiya wan xisar dîtiye û ji neçarî navenda tenduristiyê vala kirine. Bijîşk, da zanîn ku cihek wan tune ye ku ew wekî ASM bikar bînin û ji ber vê yekê ew cih digerin û wiha domand: “Di dawiyê de, me ji bo demekî têketina Pirtûkxaneya Ferzad Kemanger cih dît. Me di van du odeyên piçûk de 2 ASM çêkir. Em di şert û mercên zehmet de ku nepenî tuneye dixebitin. Ji aliyê din ve, ev der cihekî pir bi deng e. Ji ber vê yekê di hêla xebatê de em zehmetiyan dikişînin. Em li vê derê ji 35-40 hezar kesî re hizmetê didin. Gelek jin, zarok û mirov tên li vir. Lê belê em di odeyekê de xizmetê didin. Ji ber vê yekê nepetî namîne li holê.”
 
2 odeyên biçûk de xizmetê didin
 
 
Bijîşk, bi lêv kir ku pişre avahiya wan hatiye hilweşandin û salek û nîv e avahiyek nû ya ASM ji wan re nehatiye çêkirin û wiha pê de çû: “Avahiya me ya xerabûyî ya xezîneyê bû. Yekitiya Ewropayê bi şertê ku ‘Navenda Tenduristiya Koçberan’ jî bê avakirin pere da. Em nizanin çixwasî pere hatiye dayîn, ji me re jî nehat gotin. Ev pere hat dayîn, lê tevî ku mal û milkê xezîneyê ye jî Midûriyeta Tenduristiyê ya Navendê avahiyek nû çênekiriye. Me gelek caran daxwazname nivîsand û şand, lê bê encam man. Sedema ku ASM ya nû nayê çêkirin ew e ku îhaleyê dê kê werbigire. Çend meh berê ji me re hatibû gotin ku ‘Proje niha ji aliyê wezaretê ve hatiye erêkirin û di demeke kin de dê dest bi çêkirina wê bê kirin.’ Lê belê hîn çênekirine. Di heman demê de ji bo avahiya me bê çêkirin me gelek caran serlêdan kir. Midûriyeta Tendûristiyê ya Navendê ji me re bersiva ‘Cihekî ji xwe re bibînin, fonê ji xwe re bibînin, heta ku avahiya nû ava bibe.’ Dewlet hewl dide ku berpirsyariya xwe li ser bijîşkan bihêle. Ji me re gotin ‘Ji xwe re çareyekê bibînin.’ Dema ku mizgeft û dibistanek hilweşe seyda an jî mamoste ji bo çêkirinê pere nadin an jî çênakin. Meaşê min çiye, hêza min çiye? Cihê wêrankirî komplekseke tenduristiyê bû. Cihê ku hat hilweşandin de du navendên tenduristiyê yên malbatê, lojman û 112 hebû. Ev berpirsyariya wan e ku cihekê çêbikin. 10 bijîşkên malbatê û 10 xebatkarên tenduristiyê yên malbatê hene li cihê ku em li lê dimînin. Bi giştî li van herdu odeyan em 20 kes dimînin.”
 
‘Em di rewşeke dagirkeriyê de ne’
 
 
Bijîşk, da zanîn ku ew nikarin di du odeyên biçûk de xizmetê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di jêrzemînê de em enjeksiyon û pansûmanê dikin. Li wir hewa û ronahî tuneye. Ew jî ne jîngehek saxlem e. Daxwaza me tenê ew e ku ASM ya nû di zûtirîn dem de were avakirin. Em li vir bûne dagirker. Di encamê de ev der pirtûkxaneye. Ciwan û zarok tên kursan. Hem qada tenduristiyê hem qada perwerdehiyê ketiye nav hevdû. Ji ber vê yekê em hem û hem jî ew gelek zehmetiyan dikişînin.”
 
‘Protokol an jî peyman nehatiye îmzekirin’ 
 
 
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî ev tiştan got: “Ev rewş beriya me hatiye jiyîn. Ji ber avahiya wan ASM zirarê dît li vir dimînin. Huseyîn Beyoglu yê ku wek qeyûm tayînê şaredariya Rezanê hatibû kirin, rêvebiriya wî vê biryarê daye. Ji ber vê yekê perwerdehiya ku em didin de jî em zehmetiyan dijîn û astengiyan re rûbirû dimînin. Tu protokol û peyman nehatiye îmzekirin. Li taxê bi tenê ev cih heye. Li katên jor perwerde tên dayîn û şagirt ji bo zanîngehê xwe amade dikin. Ji ber qelebalixiyê bala wan belav dibe û nikarin bixebitin. Du ode û jêrzemîn dane bijîşkan. Ji ber vê yekê hejmara polan jî kêm bûye.”