Di meha hezîranê de 37 jin hatin qetilkirin

  • 09:02 7 Tîrmeh 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 jin û 2 zarokan jî bi guman e. 
 
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Her roj herî kêm du jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan ji ber gotinên îktîdarê û polîtîkayên bêceza hiştinê her ku diçe zêdetir dibin. Her roj herî kêm 2 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Jinan hewl didin ku li hemberî hişmendiya desthilatdariyê parastina jiyana xwe bikin. 
 
Li gorî daneyên ajansa me, di meha hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 jin û 2 zarokan jî bi guman e. 
 
Li Enqerê 5, li Mêrsînê 2, li Rihayê 1, li Konyayê 2, li Edenê 4, Colemêrgê 1, li Rizeyê 1, li Mêrdînê 2, li Eskişehirê 3, li Îzmîrê 4, li Amedê 1, li Kayseriyê 1, li Denizliye 1, li Nîgdeyê 1, li Xarpetê 1, li Dîlokê 2, li Aydinê 1, li Kirikkalê 1, li  Antalyayê 1, li Stenbolê 1 û li Têkirdagê jî jinek hat qetilkirin. 
 
16 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve, 5 jin ji aliyê mêrên pê re di asta desteberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê mêrê ku dest jê berdabûn ve, 3 jin ji aliyê nasên xwe ve, 5 jin ji hêla nasnameyên an nediyar ve, jinek ji aliyê zavayê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî mêrê pê bû ve hat qetilkirin.