Rojnameger Sînûr: Her jineke li başûrê Kurdistanê bêkes e

  • 09:03 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin-Leyla Ayaz 
 
AMED - Rojnameger Sînûr Rahman, derbarê polîtîka û qanûnên ku rê li ber şîdet û qetilkirina jinan vedike û goristana "Jinên bê navnîşan" de axivî û got: "Li başûrê Kurdistanê jin ditirse. Jin ji civakê ditirse, ji birayê xwe, ji hevjînê xwe, ji ciranê xwe, ji hizbên siyasî û li dadgeriyê ditirse. Xwe wekî neçirek dibîne ku wek dê bê kuştin. Li Başûr her jinek bêkes e."
 
Polîtîkayên Bexda û Hewlêrê bandorê li tevahiya jiyana xelkê başûrê Kurdistanê û Iraqê dike. Di encama polîtîkayên hikûmetan de civak bi qeyrana siyasî, aborî û civakî re rûbirû ne. Herî zêde jî yên ku mexdûr dibin û qet dengê wan nayê bihistin jî jin in. Qetilkirina jinan û tundiya li hemberî jinan pirsgirêkên herî sereke ne. Her wiha polîtîkayên ku tên meşandin û qanûnên ku heyî jî rê li ber kuştin û tundiyê vedike.
 
Derbarê mijarê de rojnameger Sînûr Rahman ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser rewşa jinên başûrê Kurdistanê.
 
"Di nav rêxistinan de, di nav hikûmeta herêma Kurdistanê de, di nav hikûmeta Bexdayê de, di çarçoveya dewletbûn, heremî û cîhanî de rengê jinan qet nîne û her wiha nayê qebûlkirin jî. Ew hişmendiya feodal, baviksalarî û êşirtî jî rê nade jinan."
 
* Hûn dikarin hinek qala rewşa jinên başûrî bikin? Di hêla, siyasî, aborî, civakî de di çi astê de nin?
 
Bê guman hûn jî dizanin li vir ezmûnên jinan ên di hêla siyasî, ekolojî û civakî de hene. Hebûna jinan a di nava civakê de, di nav siyaset û neteweyê de pêwistiyeke bi nirxandineke cuda heye. Bi taybetî li ser ezmûnên çend salan nirxandin divê bê kirin. Zêdetir di nav 30 salan de îdareyeke xwecihî ango kurdî li Herêma Kurdistanê heye. Nûnertiya jinan di parlamentoyê de û di encumentiya parezgehan de heye. Lê di asta nûnertiyê de. Di vir de asta reng û dengê jinan û rewşa jinan a hukimî û nehukimî de cûda ye. Bi giştî di nav 30 salan de ezmûnên jinan ên ku li başûrê Kurdistanê hatin dayîn ne li ser bingeha civakê, bingeha siyasî, bingeha dadgehî û dil û mejû de bû. Di nav 30 salan de di hemû sazî, dezgeh û hikûmetê de li hemberî jinan astengiyek hebû. Di ezmûnên hikûmeta Kurdistanê de, di şerê navxweyî de, jin dixwest ku di roleke siyasî û aştiyane bigire, aştiyeke naxweyî pêk bîne.
 
Lê belê nûnertiyeke rasteqîn pêk nayê. Wek jin di parlamentoya Herêma Kurdistanê de, di encumentiya parêzgehan de divê xwedî li rêxistinê bin. Her wiha di çarçoveya civakî de jî ne xwedî peywîr in. Lê di hela prensîp de di rêxistinan de cih digirin. Ji ber vê jî hem di navendên rêxistinan de, hem di navendên parlamento û hikûmetê de, di encumentî û meclîsên parêzgehan de nûnertiyeke rasteqîn a jinan nîne. Li ser esasê mirovekê xwedî bi îrade nîne, mirovek bi xwe biryar bide nîne. Ji bo rêxistin û pêwistiyên rêxistinan dixebitin. Ji bo pêwistiyên jinan di rêxistinan de cih negirtin. Jinan ji bo hewcedariyên rêxistinan û ji bo rastkirina rêxistinan di nav de cih digirin.
 
Di hêla siyasî, rêxistin, sazî û dezgehên civakî, hunerê de û her wiha heta di aboriyê de xweseriyeke jinan nehatiye avakirin. Avakirin jî bi xwe zehmet e. Bi hişmendî, reng, deng, jêhatbûna jinê di wan beşan de cih girtin zehmet e. Karektera siyasetê ya rêxistinan her xwe dubare dike. Li gorî hişmendiya baviksalarî, zîhniyeta feodal, çanda heyî, pênasekirina jinan a di nava civakê de her xwe dubare dike. Hişmendiya ku heyî, rêxistinên heyî naxwazin ji jinan sûdê bigirin. Naxwazin îradeyeke hevbeş û kollektîf a jinan di nav partiyên siyasî, rêxistin û civakê de derkeve holê. Lê belê her tim di wan rêxistinan de duberabûna hişmendiyê û duberabûna berheman heye, li gorî xwe tevdigerin.
 
Siyaseta li başûrê Kurdistanê siyaseteka baviksalarî ye. Di nav rêxistinan de, di nav hikûmeta herêma Kurdistanê de, di nav hikûmeta Bexdayê de, di çarçoveya dewletbûn, heremî û cîhanî de rengê jinan qet nîne û her wiha nayê qebûlkirin jî. Ew hişmendiya feodal, baviksalarî û êşirtî rê nade jinan. Li başûrê Kurdistanê hem xizbên islamî û hem jî hizbên desthilatdar li hemberî jinan bi heman hişmendiyê tevdigerin. Belê kar dikin lê belê ne li gorî nirx, berjewendî û hewcedariyên civakî, li gorî pêwistiyên rêxistinan kar dikin. Ji ber vê sedemê rewşa jinan di hêla siyasî û aborî de li başûrê Kurdistanê ne baş e, ji ber ku girêdayî rêxistinên siyasî, hikûmet û dewletê ne.
 
"Li başûrê Kurdistanê jin ditirse. Jin ji civakê ditirse, ji birayê xwe, ji hevjînê xwe, ji ciranê xwe, ji hizbên siyasî û li dadgeriyê ditirse. Xwe wekî neçirek dibîne ku wek dê bê kuştin."
 
* Jinên başûrî çiqas ji mafê ku heyî agahdar in? Dikarin ji wan mafan sûdê bigirin?
 
 
Mijara mafê jinan girêdayî hişmendiya civakê ye. Ew civak çend amadeye ku hebûna jinan, mafê jinan, karekter, hêz û siyaseta jinan qebûl bike. Karektera civaka siyasî çend jinan qebûl dike. Di nav civaka başûrê Kurdistanê de hebûna jinan li gorî zîhniyeta baviksalarî tê destgirtin. Karektera jinan çawa dibînin? Li gorî wê yekê mafê jinan digirin dest. Di nava civakê de karektereke jin heye, lê xwenasinek nîne. Bi rastî ev yek pêvajoyek e. Pêvajoya xwenasîn, zîhniyeta civaknasînê ye û zanîna hişmendî, baviksalarî û desthilatdariyê ye. Di hemû aliyên jiyanê de têgeha jinê ya di nava civakê de wek xizmetkarî û di regeza duyem de, lawazî ye. Her wiha di karê rewşenbirî û rojnamegeriyê de jin hene lê belê bi rengî mêranî heye. Ne civak û ne rêxistin û ne jî partiyên siyasî mafê jinan dizane. Ne jî jin di hêla xwenasin, xwedîtinê de erka xwe pêk tîne.
 
Li başûrê Kurdistanê jin ditirse. Jin ji civakê ditirse, ji birayê xwe, ji hevjînê xwe, ji ciranê xwe, ji hizbên siyasî û li dadgeriyê ditirse. Xwe wekî neçirek dibîne ku wek dê bê kuştin. Biçûk tên xistin, paşvedixin, tên dûrxistin, dibe hevjin hwd. Pergala baviksalarî heye, mejiyeke paşvemayî heye û hêz dide vê rewşê. Pergala sermayedar jî bi rengek cuda li jinan dinêre û bo xwe bikartîne. Ev pergala sermayedar bi amûrên teknolojiyê, bi rêya medyaya dijîtal, bi televîzyonan zîhniyetek pêş dixe. Heta ku jin xwe nasneke, li dijî pergala desthilatdariyê ranebe ev hişmendiya li hemberî jinan dê bidome. Lê belê jinên kurd nêzî 50 sal in têdikoşin, bedel didin, xwîn dirêjînin û şehîd dikevin. Hêzên me yên peşmerge yên jin hene ku şehîd ketine. Li Rojava şoreşek pêk hat lê belê başûrê Kurdistanê ji bo şoreşê ne amade ye. Her wiha rewşa jeopolîtîk û polîtîkayên siyasî yên cîhanî ji bo Başûr bûye ezmûnek. Heta ku jin xwe nasneke û hişmendiya xwe neguherîne, rûbirû nebe civak jî jinan dê nasneke û hêza jinan dê nebîne.
 
"Çaresernekirina tundiya di nava civakê de ji ber zihniyetê ye. Li başûrê Kurdistanê kengê tundiya li hemberî jinan derdikeve holê? Dema jin pergala baviksalariyê red dike, derdikeve holê."
 
* Şîdeta li hemberî jinan, qetilkirina jinan û mirina bi guman a jinan her ku diçe li herêmê zêde dibe. Derbarê mijarê de hûn dikarin çi bêjin û her wiha polîtîkayên hikûmetê, xebatên sazî û dezgehên jinan û helwesta civakê ya di vê mijarê de mirov dikare çawa şîrove bike?
 
 
Meseleya tundiyê hişmendiyek e û pirsgirêkek e. Hişmendiyeke baskekî civakî û dewletî ye. Di esasê xwe de li ser derketina desthilatdarî, netewdewletbûn, pergala sermayedar, modernîzekirina qonaxa feodaliyê û qonaxa neçirvaniyê, tundî heta îro hatiye. Çaresernekirina tundiya di nava civakê de ji ber zihniyetê ye. Li başûrê Kurdistanê kengê tundiya li hemberî jinan derdikeve holê? Dema jin pergala baviksalariyê red dike derdikeve holê. Li Başûr jî bi dehan cureyên tundiyê li hemberî jinê tên kirin hene. Li başûrê Kurdistanê jî jinên başûrî hemû cureyên tundiyê tecrûbe kiriye. Tundiya zayendî, aborî, xizaniyê heta xwekuştinê dijîn û bi her cure tundiyê re rûbirû dimînin.
 
Bi taybetî di navbera sînorên Behdînan, Hewlêr û Dihok de rewşa jinan hem di nava civakê de, hem di nav hizbî siyasî û PDK’ê de zehmet û nexweş e. Eşîrtî jî parçeyeke vê rewşa zehmet e. Di nav PDK’ê, hizbî siyasî û malbatan de dengê û rengê rasteqîn a jinê çawa ye diyar e. Ev yek ji bo hemû hizban derbasdar e. Li başûrê Kurdistanê çanda destdirêjiyê û çanda tundiyê wek hişmendiya PDK’ê û wek hişmendiya desthiladariyê ye. Hizbî îslamî jî bi heman şewayî nêz dibe û li vir jî mafê jinan nîne.
 
Sal bi sal dixwazin ku hemû hişmendiya azadiya jinê ya di nav netewan de, di nav xizanan de, di nav civakê de heyî jî paşve bixin. Jinên temen biçûk tînin di nav civakê de ji bo siyasetmedarên mêr bi kar tînin, laşfiroşiyê li pêş dixin. Dibe ku di demên pêş de jî li her bajarekî Kurdistanê heke porê jinan vekirî be, cilek ne ligorî civakê li xwekiribe li bazarê li ber çavên gel dibe ku bê kuştin û kesek nikare êdî deng bike. Niha bi dehan torên laşfiroşiyê hene, firotina madeyên hişbirê hene. Her wiha PDK dixwaze ehleqa çanda destdirejî û çanda tundiyê li başûr di nava civakê de bi cih bike. Her wiha di dadgehan de jî jinan maf negirtiye.
 
"Ev jinên ku li vir hatine definkirin kiryarên wan bav, bira û hevjîn in. Di hêla îdarî û yasayên başûr de gelek lawazî hene. Cezagirtina kiryarên jinan pir zehmet e. Di parastina jin de jî wisa ye, ji xwe ev helwest ji ber neparastina jinê pêk tê. Ji bo wan ne xem e."
 
* Goristana ‘Jinên bê navnîşan’ li Hewlêr û Silêmaniyê hene. Li van goristanan de ew jinên ku bûne qurbanê hişmendiya serdest hatine veşartin. Vê yekê mirov dikare çawa bigire dest?
 
Li başûrê Kurdistanê goristana bê nav a jinan, li Hewlêrê û li Silêmaniyê jî bi heman şewazî heye. Navê goristanê ‘Bê navnîşan’ e. Belê ev bû çend sal ev goristan bû rojevî. Berê jî ew goristan hebû. Jinên ku di nav malbatê de hatin kuştin, jinên ku xwe şewitandî û xwekuştî, jinên ku ji hêla bav, bira û hevjinê xwe ve hatin kuştin li vir tên definkirin. Çend salên dawiyê gel ser disekine û bi vî rengî aşkera bû. Bi sedan jin li vir hatine definkirin. Ez bi xwe jî çûn serdana goristanê. Gor ya kî ye ne diyar e. Nav li ser nîne tenê nimre li ser hatine nivîsîn.
 
Ev jinên ku li vir hatine definkirin kiryarên wan bav, bira û hevjîn in. Di hêla îdarî û yasayên başûr de gelek lawazî hene. Cezagirtina kiryarên jinan pir zehmet e. Di parastina jin de jî wisa ye, ji xwe ev helwest ji ber neparastina jinê pêk tê. Ji bo wan ne xem e. Mînak komkujiya civaka Şengalê. Li başûrê Kurdistanê hizbî siyasî û hezên peşmerge nekarî civakekî biparêz e. Nêzî nîv milyon hemwelatî û kurd tenê man, bi hezaran jin hatin firotin, hatin kuştin û hatin girtin. Hezeke siyasî çawa nekarî civakekî biparêz e?  Komkujiya jinan ango jenosîda jinê ne di xema siyasetê de ye. 
 
 
Heke malbatek bi hişmendiya namus û şerefê jinê dikuje, îdareyek çawa bi yek îmzeyekî jinê radestî bira, bav û hevjinê dike? Ligel ku dizanin kujer kî ye jî. Ev yek hişmendiye. Di nav civaka başûr de ji 100 sal, 50 salî heta niha tu perwerdeyek derbarê aqiliyeta bavsalarî de nîne. Ev goristana jinan bê wijdanî ye, ji ber xemsariya hikûmetê ye. Ji ber xemsariya li hemberî tundî û kuştinê ye. Xemsariya qanûn û dadgehê ye. Ev civak jî wan jinan nêzî xwe nagirin. Bi rastî desthilatdar û hikûmet tawanbar e. Lê civak jî dizane ku ev jin ji nav wan derketiye. Ev jin aidê vê civakê ye. Bi salan e di bin tehdîdê bûn, bi salan e di nav civakê de xizmetê dide civakê. Ev yek bi pergalî kar dike û bi hizbên siyasetê jî tê meşandin. Herdu partiyên desthilatdar YNK û PDK bi pergalî kar dikin. Rol, birdozî û sermayedarî û hwd hemû wek hev in lê bi şêwazeyek din nêz dibin. Her jineke li başûrê Kurdistanê bêkes e. Çend salên dawiyê çalakî tên lidarxistin û xebatên siyasî tên kirin jî hinek destkeftiyên siyasî derketin holê. Lê belê mafê jinan wek polîtîkayeke hilbijartinê tê bikaranîn, ji bo hilbijartinê jî behsa kuştina jinan dikin. Ligel vê yekê dîsa jî jin tên kuştin û li gorîstana bê nav de tên definkirin. Kesek naçe serdana goristanan. Li gorîstanê jî jin tenê tên hiştin.
 
* AKP-MHP, bi hevkariya PDK'ê êrişê herêma Kurdistanê dike û polîtîkayên şerê taybet a ku li bakurê Kurdistanê pêş xist, niha jî li başûrê Kurdistanê li pêş dixe. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
 
Dewleta Tirk, di naxweyî de siyaseteke şikestî dijî. Dewleta Tirk bi her awayî siyaseta xwe ya dagirkeriyê her roj li derekî li pêş dixe. Li dijî qeyran, şikestina siyaseta navxweyî li bakurê Kurdistanê polîtîkayên qirêj dide meşandin. Her wiha ji bo 3 parçeyên din ên Kurdistanê jî heman yekê dike. Ev çend salên dawiyê jî bêtir Tirkiye li esman û erdê başûrê Kurdistanê dagir dike. Erdogan li Iraq bi serokwezîr re hevdîtin pêk anî. Ji bo meşandina projeya faşîst bû. Ji xwe Iraq jî ji siyaseta Tirkiyeyê agahdar e û teslîm bû. Malbata Barzanî, PDK û herêma Behdînan radestî Tirkiyeyê bûn. Di nav 4 û 5 mehan de Tirkiye ji bo gundên Amediya, Dihokê, Şengalê, Misûlê, Kerkûkê di nav nîqaşan de bû. Siyaseteke dagirkerî ne tenê bi leşkerî û bi fiîlî tê meşandin. Dagirkirina siyaseta Iraqê ye, dagirkirina aboriyê ye, dagirkirina hemû biryarên herêmê ye.
 
Jinên ku di nav partiyên siyasî de cih digirin, hukmek wisa ya ku li dijî dagirkeriyê derkevin nîne û bi hişmendiya partî û hizbên xwe yên siyasî tevdigerin. Li dijî dagirkeriyê, civak, xelkê azadîxwez, dilxwez, kesên serbixwe hene. Li ser medyayê bi rêya siyasetê kar dikin û bertek nîşan didin. Çend hewldan hebe jî di hêla pratîkê de kêm in. Li başûrê Kurdistanê divê jin bêtir li dijî dagirkirinê derkevin, nêzikatiyeke zelal nîşan bidin û metirsiya dagirkeriyê bibînin. Dagirkirina Tirkiyeyê ya başûrê Kurdistanê, ne tenê sînorek, erdenegariyek e. Ji bo kuştina mirovan, qetilkirina hemû zîndiyan, qetlîama çandê ye. Li başûrê Kurdistanê çandeke jiyanê ya jinan heye, li vir nasnameyeke civakê heye. Tirkiye erdnegariyê dagir nake, projeya DAIŞ’ê pêk tîne. Çete jî ji xwe bi her awayî êrişê jinan dike, jinan qetil dike. Dixwazin hişmendiya xwe li başûr pêş bixin û jinan bixin bin kontrola xwe.
 
Li vir garantiya jiyana jinan nîne, wekî ku li Silêmaniyê bi rêbazeke terorî qetilkirina Nagîhan Akarsel. Li herêmê tora sixurtiyê pêş dixin. Jinên ku li dijî dagirkeriyê qisedikin jî tên kuştin. Jinên ku li ser hişmendiya baviksalarî, desthilatdarî, dagirkeriyê, li ser reng û dengê rasteqîn a jinan û pêwistiya civakê, qeyrana aborî qisedikin tên kuştin. Li başûrê Kurdistanê jiyana her jinek metirsiyar e. Siyaseta ku AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê dide meşandin niha jî dixwazin li Başûr bidin meşandin.
 
Kesên ku berhemên tirkî bikar bîne, serî li kanalên tirkî bidin, pirtûkên tirkî bixînin, xwe wekî tirk bizane, bi taybetî jî ji sînorên Silêmanî, Kerkûk, Şengal, Mexmûr heta Iraqê tên redkirin. Hişmendiya faşîst a Tirkiyeyê red dikin. Ji ber ku rewşa Tirkiyeyê têgihiştin e. Rûyê Tirkiyeyê ya hevkariya DAIŞ’ê dike derketiye holê. Hevkariya PDK, Tirkiye, Iraq û DAIŞ’ê ya li Şengalê deket holê me di 2014’an de di dîmenan de dît. Peywendiya telefonî ya di navbera PDK û DAIŞ’ê de derket holê. Hevkariya li ser sînorê Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê heye. Li bakurê Kurdistanê nexweşxaneyek ji bo çeteya DAIŞ’ê heye, hevkariya tenduristiyê dike, hevkariya lojîstikî dikin. Hişmendiya faşîst a Tirkiyeyê, hişmendiya DAIŞ’ê, hişmendiyeke qirkirina gelan, kuştina jinan e.