Ji Hîlala Zêrîn strana li ser Efrîn û Kobanê

  • 09:18 3 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê strana li ser berxwedana 'Efrîn û Kobanê' amade dike. Klîba stranê jî dê demek nêz de bê derxistin.
 
Beriya erdheja 6'ê Sibatê Tevgera Hîlala Zêrîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekirina kişandina yekemîn klîba xwe dikir. Lê bandorên erdhejê û windahiyên li Cindirêsê û qedexeya gihandina komên rizgariyê ji hêla dewleta tirk û komên girêdayî wê ve, hişt ev klîb dereng bimîne.
 
Piştî derbasbûna 3 mehan di ser erdhejê re, endamên tevgerê ji dawiya Gulanê ve dest bi perwerde û kişandina klîbê kir û dê di demekê nêz de biweşînin.
 
Gotinên stranê yên Zozan Qamişloyê ne û awaz a hunermend Hisên Xanê û Mihemed Bilko ye.
 
Dê Koma Şehîd Vajîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranê bibêje.
 
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Tizyal Çawîş li ser stranê got: "Klîba 'Efrîn û Kobanê' berxwedana her du bajaran li dijî êrişên dewleta tirk  û çeteyên DAIŞ'ê nîşan dide."