2'yê Çileya 2019'an: Li Hindistanê 5 milyon jin ji bo wekheviyê zincîrek ava kirin

  • 11:00 2 Çile 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li eyaleta Kerala a Hindîstanê 5 milyon jin civiyan û ji bo wekheviya zayendî zincîrek çêkirin. Her wiha di çalakiya zincîrê de jinan daxwaza ketina îbadetxaneye Sabarîmala ya Hinduizmê kirin. 
 
1818: Hunermend û lîstîkvana Îngilîzî Priscilla Horton îro hat dinê. Gelek hunermendan re aqilmendiyê kir.  Di 18'ê adara 1895’an de jiyana xwe ji dest da. Priscilla bi reqs û dengê xwe dihat nasîn. 
 
1991: Sharon Pratt Dixon a reşikî bû şaredara Washingtonê û ev tişt cara yekem bû. 
 
2012: Platforma Jinan a Makeqanûnê ji bo temsîliyeta wekhev, li dijî her cûreyên cudakariyê, li dijî mobbîngê pêşniyazname da Meclîsê. 
 
2016: Siyasetmedara Meksîkayî û endama Partiya Demokrat (PRD) Gisela Raquel Mota Ocampo, 5 sal beriya niha îro hat kuştin. 
 
2018: Li Îzlandayê newekheviya mûçeyan a di navbera jin û mêran deji holê hat rakirin. Li dezgehên dewletê û kargehên taybet de jin û mêr heman mûçeyan digirin. 
 
2018: Li Amerîkayê 300 jinên ku di qada sînemayê de dixebitin bi navê "Dem tijê bû" înîsîyatîfek avakirin û li dijî êrişên zayendî kampanyayek dan destpêkirin. 
 
2020: Endama Dayikên Aştiyê a Gevera Colemêrgê Naciye Îke salek beriya niha ji ber nexweşiya penceşêra malzarokê jiyana xwe ji dest da.