2'yê Çileya 2019'an: Li Hindistanê 5 milyon jin ji bo wekheviyê zincîrek ava kirin 2022-01-02 11:00:41     Li eyaleta Kerala a Hindîstanê 5 milyon jin civiyan û ji bo wekheviya zayendî zincîrek çêkirin. Her wiha di çalakiya zincîrê de jinan daxwaza ketina îbadetxaneye Sabarîmala ya Hinduizmê kirin.    1818: Hunermend û lîstîkvana Îngilîzî Priscilla Horton îro hat dinê. Gelek hunermendan re aqilmendiyê kir.  Di 18'ê adara 1895’an de jiyana xwe ji dest da. Priscilla bi reqs û dengê xwe dihat nasîn.    1991: Sharon Pratt Dixon a reşikî bû şaredara Washingtonê û ev tişt cara yekem bû.    2012: Platforma Jinan a Makeqanûnê ji bo temsîliyeta wekhev, li dijî her cûreyên cudakariyê, li dijî mobbîngê pêşniyazname da Meclîsê.    2016: Siyasetmedara Meksîkayî û endama Partiya Demokrat (PRD) Gisela Raquel Mota Ocampo, 5 sal beriya niha îro hat kuştin.    2018: Li Îzlandayê newekheviya mûçeyan a di navbera jin û mêran deji holê hat rakirin. Li dezgehên dewletê û kargehên taybet de jin û mêr heman mûçeyan digirin.    2018: Li Amerîkayê 300 jinên ku di qada sînemayê de dixebitin bi navê "Dem tijê bû" înîsîyatîfek avakirin û li dijî êrişên zayendî kampanyayek dan destpêkirin.    2020: Endama Dayikên Aştiyê a Gevera Colemêrgê Naciye Îke salek beriya niha ji ber nexweşiya penceşêra malzarokê jiyana xwe ji dest da.