‘Rabîayê ev dewlet bi çeteyên wê re li ser sûc girtiye’

  • 19:47 21 Îlon 2024
  • Rojane
WAN-Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya li Wanê ku der barê êrîşa li hemberê rojnameger Rabîa Onver de pêk hat axivî wiha got: “Rabîayê karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîayê daye re bêjin, Rabîayê dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”
 
 Komeleya rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) der barê serdegirtina mala rojnameger Rabîa Onver de ku li Gever a Colemêrgê pêk hatibû de daxuyaniyek li kolan aHunerê ya Wanê da. Ligel xebatkarên çapemeniya azad, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Kesên di Derguşa Şaristaniyan Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya XizmênGirtiyan (TUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) , DEM partî, meclîsa ciwanan a DEM partiyê, meclîsa dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Koçyîgît, Sumeyye Boz, hevsreoka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tevli bûn.
 
Endama MKG’ê Hulya Baytur daxuyanî xwend.
 
 ‘Bi awayekî dijhiqûqî bi ser malê de hatiye girtin’
 
Hulyayê da zanîn ku êrîşên li hember çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Êrişên li ser Çapemeniya Azad her roj zêde dibin. Îro dîsa êrişeke li dijî mafê gihandina agahiyan a gel û azadiya çapemeniyê, pêk hatiye. Rojnameger Rabia Onver, ji ber polîtîkayên şerê taybet ê dewlet li Kurdistanê dide meşandin ji ber çeteyên fuhuş û hişbirê teşhîr kir û derbarê vê de nûçeyek çêkir, bû hedef. Rojnameger Rabia Onver berpirsiyariya xwe ya agahdarkirina raya giştî bi cih anî lê belê bi awayekî nehiqûqî polîsan bi ser mala wê de girtin û derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayin.”
 
‘Bi destê dewletê sûc tên veşartin’
 
Hulyayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Biryara girtina Rabîayê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatiye dayin di eslê xwe de hêzên ku hişbir û fuhuşê di nava civakê de belav dikin, nîşanî me dide. Bi vê polîtîkaya jin û ciwanan dikin hedef di heman demê de dixwazin rojnamegerên rastiyê radigihînin civakê jî bikin hedef û bi van polîtîkayana wan têxin binê zextê. Kedkarên çapemeniya azad ên ku sûcên mekanîzmaya dewlet û darazê yên li Kurdistanê, derdixin holê bi awayekî sîstematîk dibin hedef û bi zextan rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê û mafê hînbûna rastiyê ya civakê her tim bi polîtîkayên îktidarê tê xwestin bên astengkirin. Gelek caran giliyê, Ayşegul Akdogan a ku tundî li gelek jinan kiriye, hatiye kirin lê belê mekanîzmayên darazê derbarê Ayşegul de tu karekî hiqûqî nedaye destpêkirin. Lê belê kesên derbarê Ayşegul de karê hiqûqî nedane destpêkirin îro derbarê Rabîa Onver de biryara binçavkirinê dane.”
 
‘Divê dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn’
 
Hulyayê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “ Armanca êrişên bi vî rengî ew e ku hînbûna rastiyan a civakê bê astengkirin û rojnameger bêdeng bên hiştin. Ev zextên li dijî çapemeniya azad polîtîkayên şerê taybet ên stratejîk in. Ev polîtîka nahêle ku edalet pêk were. Çêkirina nûçeyan, ragihandina rastiyê ya ji bo gel ne sûc e ! Ev peywira rojnamegeran e. Lê belê ev polîtaya zextê ya dewletê hatiye nokteya çewisandina mafên mirovan û mafê hiqûqê. Em ê wekî kedkarên çapemeniya azad armanca xwe ya ragihandina agahiya rast a ji bo civakê tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî dewam bikin. Em di vê helwesta xwe de bi biryar in. Em vê helwesta çewisandin û zextê bi tundî şermezar dikin ! Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Em ê mekanîzmayên ku dibin asteng rojnameger peywira xwe bi cih bînin, her tim teşhîr bikin. Rojnamegerî ne sûc e ! Çapemeniyê azad nayê bêdengkirin”
 
‘Rabîayê ew li ser sûc girtine’
 
Piştî daxuyaniyê hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ne tiştekî nû ye ku em dibînin. Li Kurditsanê ev demek dirêje em bi van polîtîkayan re tên rû hev. Lİ Colemêrgê kedkara çepemeniya azad Rabîa Onver çeteyê fuhuşê derxist holê.  Li Kurdistanê fuhuş û hişbir tê normalkirin. Rabîayê karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîayê daye re bêjin, Rabîayê dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘çapemeniya azad bêdeng name’, ‘zext nikarin bi me serî bidin tewandin’ bidawî bû.