‘Çapemeniya azad wê nivîsandina rastiyan bidomîne’

  • 19:42 21 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL- DEM Partî ya Stenbolê der barê serdegirtina malê ya Rojnameger Rabîa Onver ku piştî nûçeya xwe ya der barê çeteyê fuhuş û hişbirê, pêk hatibû de daxuyaniyek da û da zanîn ku wê çapemeniya azad neyê bêdengkirin û wiha hat gotin: “Em ligel Rabîa Onver in. Pênûsa wê ne tenê ye.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sancaktepe ya Stenbolê  der barê serdegirtina mala rojnameger Rabîa Onver de ku li Gever a Colemêrgê pêk hatibû de, li avahiya Sancaktepeyê daxuyanî da.  Hevberdevka Yekemîn Herêma DEM Partiyê  Dîlber Demîr daxuyanî xwend.
 
‘Çeteyên hişbirê kî diparêze’
 
Dîlberê da zanîn ku nûçeya Rabîayê ya der barê çeteyê fuhuş û hişbirê çêkiriye de bûye hincet û wiha got: “Ev zext encama polîtîkayên li hember Kurdan tên meşandinê ne. Şerê taybet bi hişbir, fuhuşê tê meşandin. Rojnamegera ku rastiyan lêkolîn dike, bi ser mala wê de tê giritn. Desthilatdarî li şûna ku kî li pişt vî çeteyiye lêkolîn bike, Rabîayê bêdeng dike. Kî çeteyê fuhuş û hişbirê ya li Colemêrgê diparêze.? Ev zext ne tenê Rabîayê mafê fêrbûna rastiyan jî hedef digire. Êrîşên li hember çapemeniya azad berdewama polîtîkaya çewisandina gelê Kurd e.”
 
‘Dengê heqîqetê nehat birîn’
 
Dîlberê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hêza tu kesî têr nake ku çapemeniya azad bêdeng bike û wiha dawî lê anî: “Xebatkarên çapemeniya azad  wê li dijî zextan nivîsandina ratsiyan bidomînin. Ev zext, girtinû tehdîd nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Em ligel xebatkarên çapemeniya azadin em li gel Rabîa Onverin. Pênûsa wê ne tenê ye. Rojnamegerî ne sûce. Çapemeniya Azad nikare bêdeng bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.