Li Sêrtê mirina bi guman a zarokekî

  • 20:47 21 Îlon 2024
  • Rojane

SÊRT- Li Sêrtê zarokê 8 salî Tayyar Aygun bi guman jiyan axwe ji dest da.

 
Li gundê Vêlas a Berwarî ya Sêrtê  hat îdiakirin ku zarokê 8 salî Tayyar Aygun dema bi tifinga neçîrê dilîst jiyana xwe  ji dest daye. Piştî bûyerê malbatê agahî da ekîba cenderme û tenduristiyê. Lê Tayyar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexwşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Sêrtê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.