30'ê Kanûna 1828'an: Li Amerîkayê bi pêşengiya jinan greva yekem

  • 10:37 30 Kanûn 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di dîroka Amerîkayê de cara yekem karkerên li fabrîkayê li dijî kedxwariyê bi pêşengiya jinan grev dan destpêkirin. 
 
Di sala 1812'yan de li Amerîkayê di Fabrîkaya Pembo ya Doverê/Fabrîkaya Tekstîlê jin û zarok dihatin xebitandin. 12 saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Piştî ku fabrîka hat firotin bêtir heqdestê wan hat kêmkirin. Jin li bi pankar û dowîza li dora fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji bo çalakî bê dîtin jî çend varîl barût hatin teqandin. Jin berê xwe dan nava bajêr û qala çalakiya xwe kirin. Di dîroka Amerîkayê de cara yekem grevek ji hêla jinan ve hat bi rêxistinkirin. 
 
1990: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji hêla 32 kesên ku mafên mirovan diparêzin ve piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hat avakirin. 
 
2017: Hunermend Ayşe Selen, di heman demê de şanoger bû îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Piştî ku Senatoya Arjantînê qanûna kurtajê qebûl kir, jinan li ber avahiya Senatoya Neteweyî ya Buenos Airesê kom bûn û dest bi çalakiya nobet girtinê kirin.