30'ê Kanûna 1828'an: Li Amerîkayê bi pêşengiya jinan greva yekem 2021-12-30 10:37:33     Di dîroka Amerîkayê de cara yekem karkerên li fabrîkayê li dijî kedxwariyê bi pêşengiya jinan grev dan destpêkirin.    Di sala 1812'yan de li Amerîkayê di Fabrîkaya Pembo ya Doverê/Fabrîkaya Tekstîlê jin û zarok dihatin xebitandin. 12 saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Piştî ku fabrîka hat firotin bêtir heqdestê wan hat kêmkirin. Jin li bi pankar û dowîza li dora fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji bo çalakî bê dîtin jî çend varîl barût hatin teqandin. Jin berê xwe dan nava bajêr û qala çalakiya xwe kirin. Di dîroka Amerîkayê de cara yekem grevek ji hêla jinan ve hat bi rêxistinkirin.    1990: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji hêla 32 kesên ku mafên mirovan diparêzin ve piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hat avakirin.    2017: Hunermend Ayşe Selen, di heman demê de şanoger bû îro jiyana xwe ji dest da.    2020: Piştî ku Senatoya Arjantînê qanûna kurtajê qebûl kir, jinan li ber avahiya Senatoya Neteweyî ya Buenos Airesê kom bûn û dest bi çalakiya nobet girtinê kirin.