27'ê Cotmeha 2016'an: Polîsan bi ser KJA'yê de girtin

  • 09:35 27 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin û dest xistin ser pirtûk, kovar, hard dîskên kompîturan. 
 
1932: Ji helbestkarên herî girîg a sedsala 20'emîn Sylvia Plath di 27'ê Cotmeha 1932'ayan de ji dayik bû.  Sylvia li dû xwe girseyeke mezin a heyranan hiştibû û di 1963'yan de dawî li jiyana xwe anîbû. 
 
2015: Dayika Şemsê Bircan Yildiz (Fermandar Ayşe) ya ji kadroyên yekem a PKK'ê, Elif Yildiz li ser wesiyeta wê li Gundê Gulbarîna Dêrsimê hat definkirin. 
 
2015: Lijneya Jinan a Kantona Kobanê bi civînekî Qanûnên Jinan aşkerakir.
 
2015: Dîlek Dogan a ku li Stenbolê ji guleya polîsan hat qetilkirin li dirûşma "Dewleta qatil dê hesabê bide" hat definkirin. 
 
2016:  Xelata Mafê Mirovan a Sakharov ya Yekîtiya Ewropayê jina kurd a Êzidî Nadia Murad Basee û Lamiya Ali Bashar girtin. 
 
2016: Ji bo azadiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak nêzî 100 saziyên jinan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 
 
2017: Kovara qerfan a bi navê Leman wêneyê ku wesayeta zirxî li Felek Batur a 7 salî dikeve kir wêneyê berga xwe. 
 
2019:  Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî  (TJKN) 2'yemîn kongreya xwe li Krasnodar a Rûsyayê li dar xist. Nêzî 130 delege ji Kazakistan, Gurcistan, Ermenistan û Rûsyayê tevlî kongreyê bûn.