27'ê Cotmeha 2016'an: Polîsan bi ser KJA'yê de girtin 2021-10-27 09:35:04   Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin û dest xistin ser pirtûk, kovar, hard dîskên kompîturan.    1932: Ji helbestkarên herî girîg a sedsala 20'emîn Sylvia Plath di 27'ê Cotmeha 1932'ayan de ji dayik bû.  Sylvia li dû xwe girseyeke mezin a heyranan hiştibû û di 1963'yan de dawî li jiyana xwe anîbû.    2015: Dayika Şemsê Bircan Yildiz (Fermandar Ayşe) ya ji kadroyên yekem a PKK'ê, Elif Yildiz li ser wesiyeta wê li Gundê Gulbarîna Dêrsimê hat definkirin.    2015: Lijneya Jinan a Kantona Kobanê bi civînekî Qanûnên Jinan aşkerakir.   2015: Dîlek Dogan a ku li Stenbolê ji guleya polîsan hat qetilkirin li dirûşma "Dewleta qatil dê hesabê bide" hat definkirin.    2016:  Xelata Mafê Mirovan a Sakharov ya Yekîtiya Ewropayê jina kurd a Êzidî Nadia Murad Basee û Lamiya Ali Bashar girtin.    2016: Ji bo azadiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak nêzî 100 saziyên jinan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.    2017: Kovara qerfan a bi navê Leman wêneyê ku wesayeta zirxî li Felek Batur a 7 salî dikeve kir wêneyê berga xwe.    2019:  Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî  (TJKN) 2'yemîn kongreya xwe li Krasnodar a Rûsyayê li dar xist. Nêzî 130 delege ji Kazakistan, Gurcistan, Ermenistan û Rûsyayê tevlî kongreyê bûn.