26'ê Cotmeha 2016'an: Du jin û du wêne ji gel re bûn mertal

  • 10:55 26 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Di 26'ê cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma. 
 
2015: Meclîsa Jinan a Bajêr li navçeya Serava Wanê li dijî şe û zîhniteya serdest banga têkoşînê kirin. 
 
2015: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê ji bo bangewaziya KCK'ê ya ku îlankirina rawestandina çalakiyan, bang li dewletê kir û xwestin şer û pevçûn bên bidawîkirin. 
 
2016: Di 26'ê cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma. 
 
2018: Weqfa Medyayê ya Jinê ya Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrektiyê ya Rojnamegeriyê ya 2018'an da wênesaz Zehra Dogan. 
 
2019: Li 21 bajarê herêmê 353 rêxistinên civaka sîvîl li Amedê hatin gel hevdu û deklarasyona "Li dijî şer aştî" eşkere kir. 
 
2020: Li Gundê Solaxê yê Şengalê gora komî ya tê texmînkirin zarok û jin tê de ne hat dîtin.