26'ê Cotmeha 2016'an: Du jin û du wêne ji gel re bûn mertal 2021-10-26 10:55:38   Di 26'ê cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma.    2015: Meclîsa Jinan a Bajêr li navçeya Serava Wanê li dijî şe û zîhniteya serdest banga têkoşînê kirin.    2015: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê ji bo bangewaziya KCK'ê ya ku îlankirina rawestandina çalakiyan, bang li dewletê kir û xwestin şer û pevçûn bên bidawîkirin.    2016: Di 26'ê cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma.    2018: Weqfa Medyayê ya Jinê ya Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrektiyê ya Rojnamegeriyê ya 2018'an da wênesaz Zehra Dogan.    2019: Li 21 bajarê herêmê 353 rêxistinên civaka sîvîl li Amedê hatin gel hevdu û deklarasyona "Li dijî şer aştî" eşkere kir.    2020: Li Gundê Solaxê yê Şengalê gora komî ya tê texmînkirin zarok û jin tê de ne hat dîtin.