‘Bi qanûna xesandinê wê tendirustiyê bikin alavê cezayê’

  • 09:12 28 Adar 2018
  • Tenduristî/Werzîş
ÎZMÎR - Sekretera Jinan a  SES’a Îzmîrê Semra Dogan bal kişand ser ‘xesandina kîmyewî’ û got ev bi armanca manîpulekirina têkoşîna jinê tê kirin û diyar kir ku tenduristiyê wek alavekî cezayê bi kar tînin.
 
Sekretera Jinan a SES’a Îzmîrê Semra Dogan da zanîn ku di pêkanînên wek xesandinê de tenduristî wek alavê cezakirinê wê bê bikaranîn û got ew wek kedkarên tenduristiyê li dijî vê ne.
 
Semrayê bi lêv kir ku bi mêrên di komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ev pirsgirêk nayê çareserkirin û  kesên pispor ji derveyê mijarê tên girtin û got: “Muhatabên esas  ên mijarê, rêxistinên jinan, rêxistinên LGBTÎ, TTB, sendîka, hiqûqnasin.”
 
Semrayê bi lêv kir ku wezareta dadê vê qanûnê bi daxuyaniya ‘Em bi van kesan re diheman cihê de dimînin’ dixwaze rewa bike û saziyên wek Weqfa Ensarê jî ji heman partiyê ne. Semrayê wiha got: “Tenduristî nabe alavê cezayê. Em wek xebatkarên tenduristiyê li dijî vê ne û naxwazin bibin parçeyek vê pêkanînê.”
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku kar û barê xesandinê buhaye û berdewamiya vê pêkanînê tune ye. Semrayê got: “Îstîsmar tenê bi organa îstîsmarê nayê kirin. Ji ber vê jî xesandina kîmyewî ne çareseriye.  Bi van pêkanînan dixwazin piştevaniya jinê, têkoşîn û çalkiyên jinan manîpule bikin.”