Doktor li dijî penceşêra gurçikan hişyar dikin

  • 09:35 28 Sibat 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Penceşêra gurçikan di nav cureyên penceşêrê de di rêza 8’emîn de cih digire. Bi kesên ku di malbatê de ev nexweşî bê dîtin, rîska wê sê kat zêde dibe. Penceşêra gurçikan li Tirkiyeyê bi mêran re ji 100 hezarî bi 6.3 kesî re, bi jinan re jî di rêjeya 3.5’an de tê dîtin. 
 
Di nav hemû cureyên penceşêrê de jî di rêza 8’emîn de cih digire. Nexweşî bi mezinbûna bê kontrol a hucreyên gurçikan derdikeve holê û bi nîşaneyên wekê di cihê gurçikê de êş, di mîzê de xwîn an jî werimîna tê destê mirovan xwe dide der. Teşîsa nexweşiyê bi giştî bi bang gazinan, carna jî ji nerehetiyek din tê tespîtkirin. Nîşaneyên herî berbiçav Nîşaneyên penceşêra gurçikan e: “
 
 Nexweşî bi mezinbûna bê kontrol a hucreyên gurçikan derdikeve holê û bi nîşaneyên wekê di cihê gurçikê de êş, di mîzê de xwîn an jî werimîna tê destê mirovan xwe dide der. Teşîsa nexweşiyê bi giştî bi ban gazinan, carna jî ji nerehetiyek din tê tespîtkirin. Ger tumorê xwe gîhandibe kezeb, mêjî û hestî, girêdayê vê kuxik, di belxemê de xwîn, êşa hestyan tê dîtin. Ligel vê bê îştahî, bêhalî, wendahiya kîlo tê dîtin.” 
 
Serokê Komeleya Onkolojiya Tibî ya Tirk Prof Dr. Mahmut Gumuş der barê nexweşiyê de axivî û diyar kir ku ev nexweşî di asta ji sedî 25’ê de tê teşîskirin û got: “Di mijara vê nexweşiyê de civak zêde ne xwedî agahiye. Rêbazên dermankirina nû hêviyê dide. Di malbatê te kesên bi vê nexweşiyê ketibin rîska bi ketina vê nexweşiyê zêde dike. 10 sal berê dermankirina vê nexweşiyê bi sînor bû. Lê di roja îro de dermanên hatine derxistin di dermankirina nexweşiya pençeşêra gurçikan de cihê xwe girtiye. Her wiha di pençeşêra gurçikan de bikaranîna cigareyê wek faktorek cidî derikeve pêşberî me.”