Nexweşxaneya Cizîrê ya Dewletê hîn ji welatiyan re 'qedexe' ye

  • 11:12 23 Sibat 2018
  • Tenduristî/Werzîş
 
ŞIRNEX - Gelê Cizîrê yê ku di serdema "Qedexeya derketina kolanan" de nikaribû ji Nexweşxaneya dewletê sûdê bigire li gel ku di ser qedexeyê re 2 sal derbas bûne jî hîna nikare nexweşxaneyê bî kar bîne. Li nexweşxaneya ku doktor kêm in, bi mehan ji nexweşan re randevû nayê dayîn û jînên ducanî nikarin li vê nexweşxaneyê kontrola xwe ya rûtîn bikin.
 
Di serdema "qedexeya derketina derve" de gelê Cizîrê nikaribûn biçiyan Nexweşxaneya Dewletê lê ev 2 sal di ser qedexeyê derbas bû hîn jî gelê Cizîrê nikarin biçin nexweşxaneya dewletê. Li nexweşxaneyê kêmasiya bijîşkan heye di heman demê de jî bi mehan randevuyê nadin her wiha jinên ducanî nayên muayenekirin. 
 
Di 14'ê Kanûna 2015'an de bi qedexeya derketandina li derve a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Nexweşxaneya Dewletê wekî barageha leşkerî dihat bikaranîn. Her wiha welatî ji nav nîvînên wan ên nexweşxaneyê dihat derxistin û leşker bi cih dikirin. Qedexe di Adara 2016'an de hat rakirin lê welatî hîn jî nikarin biçin nexweşxaneyê. Sala borî Feyruz Polat a 8 mehî û ducanî ji ber ku bijîşk kêm bû, jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê soza ku dabû bi cih nîne. 
 
Randevû nikare bê sitandin
 
Welatiyên ku dixwazin randevuyê bistînin, bi gotina "Hemû bijîşk mijûl in, dor tuneye" paşve tên vegerandin. Her wiha li nexweşxaneyê kêmasiya alavan jî heye. Ji ber ku nivîn kêm in ji sê nexweşan duduyan sewqî nexweşxaneyê din dikin. 
 
5 meh in ku ji çavên xwe re çareseriyekê nikare bibîne
 
E.D. a ku nexwest navên xwe bide, ev ji ber çavên xwe ne rehet e ev 5 meh in ku çavên wê baş nabe. E.D. dema ku çûye nexweşxaneya dewletê tenê damleyek  çavan dayine lê çavên wê baş nebûye û her ku diçe hîn nebaş dibe. 
 
'Bijîşkê zayinê li nexweşan nanêre'
 
Welatiyekî bûyereke ku li nexweşxaneyê qewimî wiha rave kir:"Ez ji bo qirika xwe çûbûm nexweşxaneyê. Li ber deriyê zayinê dora 20 jinên ku sanci dikişandin hebû. Min jî meraq kir û min got qey bijîşk tuneye. Lê min dawiyê dît ku bijîşk li hundur dikene. Min xwest ez wêneyê vê bûyerê bikişînim lê peywirdarên ewlehiyê nehiştin."
 
'Em mecbûr dimînin ku biçin bajarê wekî din'
 
Î.A. ku ew jî meheke nikare randevuyê bigire wiha got:"Em dixwazin qansî ku pêdivî hebe bijîşk werin nexweşxaneyê. Em dixwazin bijîşkên ku werin jî baş bin. Em nikarin tedawî bibin. Em ji bo tedawiyê mecbûr dimînin ku biçin bajarên wekî din. "