Mirov dikare ji pençeşêra pişikê xelas bibe

  • 09:41 19 Sibat 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê her sal 1.3 mîlyon kes ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dide. Pispor li dijî nexweşiyê hişyar dikin û diyar dikin ku ji bo nexweşî derbas bibe ‘nexweşê rast, nexweşiya rast, hedefa rast û dermankirina rast’ pêwist e. 
 
Li cîhanê her sal 10 mîlyon kes bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. 6 mîlyon kes jî bi mirinê re tên rû hev û ji ber pençeşêra pişikê her sal 1,3 milyon kes dimirin. Li cîhanê piştî pençeşêra prostatê ya mêran û piştî pençeşêra memikan a jinan, cureyê herî zêde yê pençeşêrê ya tê dîtin pençeşêra pişikê ye. Li gorî rapora Îstatîstîkên Pençeşêrê ya Tirkiyeyê ya Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê cureyê pençeşêra pişikê herî zêde bi mêran re tê dîtin. Bi jinan re jî pençeşêra memikan tê dîtin. Pêkhatina pençeşêra pişikê ya bi jinan re di asta cureyê 5’emîn de ye. Teşîsa zû girîng e. Pençeşêra pişikê wek ‘hucreyên pişikê yên normal, bi awayekî dijnormal û derveyê kontrolê zêdebûn û avabûna tumorê’ tê vegotin. Pispor wiha dibêjin: “Nexweşî di astên dawî de nîşaneyan dide xuyakirin. Ji ber nîşaneyan nade pêş dikeve. Yanî bi taybet nîşaneyek wê tuneye lê kuxika bi xwîn, belxem a bi xwîn, êşa sîngê û tengbûna bîhnê wek nîşaneyên destpêkê tên dîtin. Kesên van pirsgirêkan dijîn divê teqez biçin pisporekî.” 
 
Bandora herî girîng cigare ye. Tê gotin ku bandora taybetiya genetîk a li ser vê nexweşiyê tune û bandora herî girîng a rê li ber vê nexweşiyê vedike cigare ye. Di encama lêkolînên salên dawî de hatine kirin: “Kesên cigarê dikşînin bi tomografiyê pişikê ya doza kêm a radyasyonê nexweşiya wan tê teşîskirin û ji ber vê jî encamên erênî tên girtin. Ji ber vê ji bo hemû cîhanê ji bo kesên cîgarê dikşînin kişandina tomografiyê tê pêşniyarkirin.” 
 
Du cureyên pençeşêra pişikê Pispor diyar dikin ku du cureyên pençeşêra pişikê ya hucreya biçûk û derveyê hucreya biçûk hene û wiha dibêjin: “Ji bo her du koman jî rêbazên dermankirinê yên cuda hene. Pençeşêra cureyê hucreya biçûk, zû pêş dikeve û ji sedî 15’ê nexweşan bi vê cureyê dikevin. Ji sedî 85 jî bi pençeşêra derveyê hucreya biçûk dikevin. Beriya biryara dermankirinê, divê hemû testên hewce dike bên kirin û astên wê bên diyarkirin. Ya ewil tê hişê mirovan kemoterapî ye. Pispor destnîşan dikin ku di dermankirina pençeşêrê de dermankirina ewil kemoterapî ye û bi vê re tê armanckirin ku hucreyên rê li ber pençeşêrê vedikin bên tunekirin. Pispor diyar dikin ku di salên dawî de tevî gelek pêşketinan hîna di dermankirina pençeşêra pişikê de kemoterapî tê bikaranîn. 
 
Rêbaza nû ya dermankirinê: Îmmunoterapî Pispor her wiha bi lêv dikin ku yek ji rêbazên nû yê dermankirina pençeşêrê ku di demên dawî de tê bikaranîn îmmunoterapiye û wiha dibêjin: “ Di nava dermankirinên nû de Îmmunoterapî jî heye. Di lêkolînên hatine kirin de îmmun bi dermanên ku nokteya kontrolê bloke dike, fêdeyên girîng bi dest xistiye. Ev derman pergala xweparastinê dike nav tevgrê û li dijî tumorê şer dide destpêkirin. Bi van dermanan encamên erênî hatine girtin û li hemû cîhanê tên bikaranîn.”