Bedena jinan bûye amura polîtîkayên muhafazakar

  • 13:11 17 Cotmeh 2017
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - TTB, diyar kir ku “Kursa pêkanîna zelû ya vajînayê” di cemaeta tipê de fikarên mezin dan avakirin û li ser tendirustiya jinê gefek mezin heye.
 
Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li ser daxuyaniya di 13’ê Cotmehê de ku di medyaya civakî de hat weşandin ya mîna  “Kursa pêkanîna zelû ya vajînayê” de daxuyanî da û wiha got: “Ev pêkanîn di camîaya tipê de bû sedema fikaran. TTB'ê, da zanîn ku bi vê yekê tendirustiya jinê dikeve xeteriyê. TTB'ê diyar kir ku ev rêbaza ji bo tendirustiyê ne li gorî tipa heyî ye, zirarê dide bedena mirovan û tendirustiya gelan dixe xeterê. Di serî de jin, tendirustiya hemû civakê dixe xeterê. Bila kes vê yekê qebûl neke.”