Li Sêrtê mirina bi guman a zarokekî 2024-09-21 20:47:20 SÊRT- Li Sêrtê zarokê 8 salî Tayyar Aygun bi guman jiyan axwe ji dest da.   Li gundê Vêlas a Berwarî ya Sêrtê  hat îdiakirin ku zarokê 8 salî Tayyar Aygun dema bi tifinga neçîrê dilîst jiyana xwe  ji dest daye. Piştî bûyerê malbatê agahî da ekîba cenderme û tenduristiyê. Lê Tayyar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexwşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Sêrtê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.