DEM Partî çû serdana malbata Narîn Guran ya sê roj in windaye

  • 18:18 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED –  DEM Partî çû serdana malbata  Narîn Guran ya 8 salî ku li navçeya Rezan winda bûye û agahî jî nayê girtin.
 
Li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de zaroka 8 salî Narîn Guran winda bû. Xebatê lêgerîna Narînê di roja 3’emîn de didome.
 
 AFAD, ekîbên rizgarî û lêgerînê ya şaredaryên DEM Partiyê piştgiriyê didin lêgerînê û hîna ji zarokê tu agahî nehatiye girtin. Parlamentera DEM Partiyê CeylanAkça, hevşaredarên Rezan, Rêxitsinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û aktîvîstên TJA’yê çûn serdana malbatê.