DEM Partî çû serdana malbata Narîn Guran ya sê roj in windaye 2024-08-24 18:18:52     AMED –  DEM Partî çû serdana malbata  Narîn Guran ya 8 salî ku li navçeya Rezan winda bûye û agahî jî nayê girtin.   Li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de zaroka 8 salî Narîn Guran winda bû. Xebatê lêgerîna Narînê di roja 3’emîn de didome.    AFAD, ekîbên rizgarî û lêgerînê ya şaredaryên DEM Partiyê piştgiriyê didin lêgerînê û hîna ji zarokê tu agahî nehatiye girtin. Parlamentera DEM Partiyê CeylanAkça, hevşaredarên Rezan, Rêxitsinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û aktîvîstên TJA’yê çûn serdana malbatê.