Ji bo rojnameger Hêro konê sersaxiyê hate vedan

  • 14:12 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnameger Hêra Bahadîn li ber derê mala wê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, sazî, rojnamevan û saziyên çapemeniyê serdana kon dikin.
 
Duh dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.
 
Ji bo Hêro Behadîn li ber derê mala wê ya li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, rojnamevan, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana kon dikin û sersaxiyê li malbatê didin.