Ji bo rojnameger Hêro konê sersaxiyê hate vedan 2024-08-24 14:12:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnameger Hêra Bahadîn li ber derê mala wê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, sazî, rojnamevan û saziyên çapemeniyê serdana kon dikin.   Duh dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.   Ji bo Hêro Behadîn li ber derê mala wê ya li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, rojnamevan, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana kon dikin û sersaxiyê li malbatê didin.