Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan

  • 14:04 23 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navê rojnamevanên di êrişa li Silêmaniyê de canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dane. 
 
Balafirek biçek û bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê, wesayîta kedkarên çapemeniya azad bombebaran kiribû. Di encama êrişê de 2 rojnamevan canê xwe ji dest dabûn û 6 rojnamevan birîndar bûn. 
 
Navê rojnamevanên canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dane.