Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan 2024-08-23 14:04:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Navê rojnamevanên di êrişa li Silêmaniyê de canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dane.    Balafirek biçek û bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê, wesayîta kedkarên çapemeniya azad bombebaran kiribû. Di encama êrişê de 2 rojnamevan canê xwe ji dest dabûn û 6 rojnamevan birîndar bûn.    Navê rojnamevanên canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dane.