'Em çêkirina melkisan wekî çandekê didomînin'

  • 09:01 7 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hemîşa ya ku li ber sewalên xwe şivaniyê dike di heman demê de melkisan çêdike wiha got:"Em melkisên çêdikin di ser banan, kolik û gova sewalan de bi kar tînin. Em bi vî hawî çanda xwe jî diparêzin. Em hebûna xwe jî bi vî rengî diparêzin. Em çêkirina melkisan wekî çandekê didomînin."
 
Jin bi xwezayê re di nava têkiliyeke germ de ye. Sûdê jê digire û sûdê dide xwezayê. Berheman diafirîne. Derman, xwarin, jîngeh û weke din. Di serdema xwezayî de jî jinan bi vî rengî gavên yekem ên şaristaniyetê avêtine. Niha jî hîna kel û pelên wê pêvajoyê dayikên kurd hildigirin. Jinên Mêrdînê hîna bi her hawî hewil didin ku bi riyên xwezayî sûdê ji xwezayê bigirin. Melkisên ku berê dihatin bikaranîn û li cihê wê bi dehan amûrên teknolojiyê digirin derketine hîna ji aliyê jinan ve tê çêkirin û bikaranîn.
 
Hemîşa Adibelî ya li Stewrê rûdinê jî çêlek û pez xwedî dike. Ji bo sewalên xwe biçêrîne hatiye çiyê. Li vir jî hewil dide gulên binevşî yên ku jê re dibêjin gulên melkisê kom dike. Li aliyê Kerboranê jî jê re dibêjin ‘edeko’. Li vir çend melkisê ku ji bo xaniyê xwe pê paqij bike çêkiriye. Ev wê heta biharek din têra wê bike. Ji ber ku gulên melkisê ji vê demê şûnde diqedin. Hemîşa dibêje gelek cureyên giyayan hene ku wan weke gêzik bi kar dianî û wiha dibêje:"Hinek ji wan kelemên ku li ber avê dihatin bûn. Lê li gel me zêdetir melkis heye."
 
'Em çêkirina melkisan wekî çandekê didomînin'
 
Hemîşayê bal kişand ser sedema çêkirina melkisan û wiha got:"Dayikên me ev kar nîşanî me dan. Dayikên wan jî fêrî wan kirine. Ev weke çandekê berdewam dike û niha jî ez fêrî neviyên xwe jî dikim. Tunebûnî afrîneriyê bi xwe re tîne. Ger tune be jî em neçar in serî li van tiştan bidin. Tune ye, em tev xizan in. Temenê min 80 sal e û ez bi vê şêwazê piştgiriyê didim malbata xwe."
 
'Em bi vî hawî çanda xwe jî diparêzin'
 
Hemîşayê diyar dike ku ew bi çanda xwe ve girêdayîne û wiha axaftina xwe domand:"Em melkisên çêdikin di ser banan, kolik û gova sewalan de bi kar tînin. Em bi vî hawî çanda xwe jî diparêzin. Em hebûna xwe jî bi vî rengî diparêzin. Em şukur dikin her tişt ne pere ye. Niha jî ji cil û bergan heta hemû kel û pelan em jî niha pê mijûl dibin. Diya min çawa fêrî min kiriye ez erka xwe ya fêrkirinê jî pêk tînim. Niha neviyê min li gel min e û ez jê re rave dikim ka melkis çawa çêdibe. Ji kîja giyayê em ê bikarin çi sûdê bistînin her rave û fêr dikim. "