Me ji welatiyan pirsî: Hûn dikarin debara xwe bikin?

  • 09:06 6 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
Oznur Deger
 
ENQERE - Welatiyên ku ji bazarê nikarin tiştên ku dixwazin bigirin an jî yeko yeko digirin, polîtîkayên aboriyê rexne kirin û gotin bê edaletiyek di belavkirina hatinê de heye. Welatiyan da zanîn ku çareserî ew e ku divê desthilatarî biguhere û banga hilbijartina pêşwext kirin.
 
Serjimara Tirkiyeyê 83 mîlyon û 614 hezar e. Yek ji pirsgirêka herî mezin a welatiyan aborî ye. Bi covîd-19’ê re pirsgirêka debarê hîn bêtir giran bû. Li gorî daneyên meha nîsana 2021’ê ya TUÎK’ê li Tirkiyeyê 4 mîlyon û 511 hezar kes betal in. Li gorî rapora meha nîsana 2021’ê ya Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) li welat 9 mîlyon û 837 betal hene. Her wiha rêjeya betaliyê jî ji sedî 27,4 aşkera kir. Li welatê ku mûçeyê asgarî 2 hezar û 825 e, li gorî lêkolina sînorê birçîbûnê ya meha Gulana 2021’ê ya Ar-Ge Kamu AR ya Konfederasyona Kar-Cemawerî ya Yekbûyî sînorê birçîbûnê ya malbateke çar kesî 3 hezar û 472 TL, sînorê xizaniyê jî 11 hezar û 863 TL ye.
 
Yên difroşin jî yên digirin jî ne kêfxweş in
 
Betalî roj bi roj zêde dibe û polîtîkayên desthilatdariyê jî rewşê her diçe zehmetir dike. Li Bazara Gel a Cebecî ya taxa Cebecî ya girêdayê Çankaya Enqereyê, welatiyên dan û stan dikirin ji mîkrofonan re axivîn û pirsa ‘hûn dikarin debara xwe bikin?’ bersivandin. Di bersivên hatin dayîn de ne welatî ne jî esnaf ji rewşê ne kêfxweş in. Yên difroşin jî yên digirin jî ji ber biha û polîtîkayên aboriyên ne rehet in.
 
‘Her tişt biha bûye’
 
Welatiya bi navê Sîbel ku li bazarê hêk, fasule û îsotê difroşe diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û nexwest ji mîkrofonan re biaxive. Jina bi navê Gonul Ozdemîr a ji bankayê teqawît bûye ji bo sebze bigire hatiye bazarê û wiha got: “Her tişt biha bûye. Ji ber bihayê bazarê hinek kêm e, em bazarê tercîh dikin. Lê bihayên bazarê jî zêde bûne. Ez bi 150-100 TL têm bazarê. Lê 100 TL diçe. Ez xiyar, bacan û bexdanûzê digirim, lê nikarim fêkî bigiri. Divê em bihayan kontrol bikin. Li manav kîloya firingiyê 12 TL bû. Min li vir bi 6’an girt.”
 
‘Em nikarin tiştekî bigirin’
 
Jina bi navê Gulden Temîz jî daxuyakirin ku ew bi zor debara xwe dikin û gotin ew ji polîtîkayên aboriyê ne rehet in. Guldenê ev tişt anî ziman: “Biha gelek zêde ne. Tevî ku demsala wê ye sê kîlo firingî min 10 TL dayê. Bazar li gorî marketan bihayê wê kêm e. Debare zehmet bûye. Em nikarin tiştekî bigirin. Her sibeh em zemên nû dibînin. Polîtîkayên dewletê bêzar kirine. Beriya em bên bazarê em tiştên digirin diyar dikin. Mînak fêkî pir biha ne. Tenê em nîv kîlo digirin. Em ji rewşê ne razî ne.”
 
‘Bêdadiyek heye’
 
Aylîn Temîr a ku zanîngeh qedandiye û betal e jî bal kişand ser bêdadiye belavbûna hatinê û wiha dirêjî dayê: “Min tenê firingî û xiyar girtin. Tevî demsala wê ye em nikarin fêkî bigirin. Em yeko yeko digirin. Enflasyon pir bilind e. Min zanîngeh qedandiye lê karê min tune ye. Ev jî bandorê li derûniya min dike. Bêdadiyeke di belavkirina hatinê de heye.”
 
‘Divê hikûmet biguhere’
 
Welatiyeke ku nexwest navê xwe bide bertekên xwe wiha anî ziman: "Em bi zor û zehmet debara xwe dikin. Jiyan biha ye. Divê bên bazarê bi gel re biaxivin. Beriya her tiştî divê hikûmet biguhere. Ev wisa naçe. Ji ber vê divê mirov dengên xwe bi baldarî bidin."
 
‘Divê demildest hilbijartin hebe’
 
Welatiyek din jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Min 5 TL da firingiyan, 3 TL jî da îsotê. Ji bo ez gelek cureyan bigirim min hindik hindik girtin. Malbatên serjimara wan zêde pir zehmetiyan dikşînin. Gel perîşan bûye. Kes nikare tiştekî bigire. Pêşeroja me ne baş e. Divê demildest hilbijartin çêbibe. Em bêzar bûne. Gelek kes betal in. Bila kes kesî nexapîne.”