Li Dêrsimê çêkirina bastiq û dimsê ya tûyan dest pê kir

  • 09:01 4 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
DÊRSIM - Bi havînê re li Mazgirta Dêrsimê jinan dest bi çêkirina benî, bastîq û dimsê ya tûyan dikin. Refîka Dogan, diyar kir ku çêkirina bastiq û dimsê gelekî zehmet e û got: "Em hem çanda xwe ya kevnar didomînin û hem jî pê debara xwe dikin."
 
Dêrsim yek ji bajarekê ku bi erdnîgarî û xwezayê xwe ya rengîn li herêmê bi nav û deng e. Piraniya niştecihên gundên Dêrsime bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin. Dêrsimî di her demsalê de kevneşopiyên xwe didin jiyandin. Yek ji wan jî çêkirina benî, bastîq û dimsê tûyan e. Çêkirina benî û bastîqê çandeke kevnar e. Ev çand bi salan e ji aliyê jinan ve tê domandin. Li Mazgirta Dêrsimê bi havînê re çêkirina bastiqê tûyan dest pê dike. 
 
‘Kedekî gelek mezin li ser çêkirina wê heye’
 
Yek ji wan ku ew kevneşopiyê dide jiyandin Refîka Dogan e. Refîka diyar kir ku zehmetiya çêkirina bastiq û dimsê ya tûyan gelek bi zehmet e. Refîka wiha qala çêkirina wê kir: “Em sibehê zû şiyar dibin. Naylonan didin ber darên tûyan. Piştre em wan dadiweşînin. Gava ku me wan daweşand berhev dikin û paqij dikin. Em wan di nav telîsan de diguvişîn, piştre dixin nav sitîlan û dikelînin. Karê ku em dikin gelekî zehmet e. Piştî ku me wan keland dîsa em wan diguwişînin. Guwaştina wan zehmetiya herî mezin e. Em li bendê disekinin ku sarbibe. Em wan dîsa dixin nav sitîlê û ar li ser zêde dikin. Bi arê re tevlihev dikin. Piştî ku tehma xwe girt em ji ser agirê dibin. Tûyên kelandi em li ser paçikan radixin û datînin ser banê ku bila hişk bibe."
 
‘Gelek wext digire‘
 
Refîka anî ziman ku divê tûyên li ber tavê hertim bêne kontrol kirin û got: “Gelek wext digire. Hem ji aliyê paqijkirinê, hem ji aliyê giwaştin û kelandinê. Li herêmê bi taybet pastiqa tûyê û dimsê tûyê tê çêkirin. Lê divê ew pastiq roj bi roj bê kontrol kirin û guhertin. Piştî ku me pastiqan zivirand av lê dikin û dîsa datinin ber tavê. Her roj û her saet divê bên kontrolkirin.”
 
Çêkirina dimsa tûyê
 
Refîka bal kişand li ser çêkirina dimsê tûyê jî û wiha behsa çêkirina wê kir: “Em dîsa tûyan dadiweşînin û dijbêrin. Em wan tûyên ku hatine berhevkirin dixin qazanan û dikelinin. Piştî ku tûyan em wan dixin nava laçikek û ava wan jê digrin. Ew ava tûyan a ku ji tûyan hatiye girtin, cardin di qazanan de hêdî û hêdî tên kelandin heta ku dibin dims. Piştî ku ew ava tûyan bû dims, em wê li parzûn dikin û vala dikin ser tepsiyan. Ji bo tam bibe dimseke baş nêzî mehekê di bin tavê de didin sekinandin. Dû re em dîsa wê dimsê li parzûn dikin û piştî ku demekê behna xwe berda û tehma xwe girt mirov dikare wê dimsê bixwe. Lê belê ji bo ku toz û kêzik nekevin nav em li ser wan digirin. Ji ber ku parastina wê gelek hessas e.”
 
Refîka dawiya axaftina xwe de got li Dêrsîmê gelek niştecih hem debara xwe pê dikin û hem jî çanda xwe berdewam dikin. Refika diyar kir ku nafiroşîn tenê li gorî pêdiviyên xwe çêdikin.