Aysel hem çandiniyê dike û hem jî wênekêşiyê dike

  • 09:03 2 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
Berîtan Canozer -Sema Caglak 
 
AMED - Aysel Gultekîn a ku karê çandiniyê dike bi makîneya wênekeşê jî xweşîkiya 4 demsalan dikêşîne. Aysel, diyar kir ku ligel zor û zehmetiyan li ser piyan mayîn girîng e û got: "Xwepêşxistina jinê ligel zor zehmetiyan girîng e û lê divê jin li ber xwe bidin." 
 
Jin hêz û zindîbûna xwe diteyisîne her şêwazên jiyanê û her hûrgiliyên xwezayê di nav xwe de dihewîne. Hezkirin û wate dayîna xwe dispêrînê estetîk û xweşîkbûna xwezayê. Têkiliya jiyan û jinê ku bi şênkirina xakê ve destpê dike, bi reng û rîtma xwe hevsengiye erd û ezmanê pêk tîne. Aysel Gultekîn (25) ku rîtm û rengê xwezayê di giyana xwe de dide jiyandin hem kedkara çandiniyê û hem jî bi makîneya xwe ya wênegirê hûggiliyên xwezayê dikêşe.
 
Ayselê li navçeya Çinara Amedê dijî û 16 sal in li zeviyan dixebite. Di her demsalê de kedek mezin dide. Tevî ked û zehmetiyan Aysel ev şêwaza jiyanê li gorî feraseta jiyana xwe nexş kiriye. Aysel dibêje her çiqas zehmetiyên jiyanê zêdebin jî dema jinek haya wê ji hişmendiya xwe hebe di her şert û mercan de dikare hebûna xwe nîşan bide.
 
‘Me zarokatiya xwe nejiya’
 
Di germahiya nîvro de şewqa tirêjên rojê xwe dide rûyê Ayselê. Aysel diyar kir ku piraniya jinên gund di zarokatiya xwe de dest bi vê karê dikin û got: “Em hertim li zeviyan dixebitin. Min di 9 salî ya xwe de dest bi vê karê kir. Em hêj biçûkbûn nehiştin em bixwînin. Jiyanek nû li pêşberî me bû. Gelek jin wekî min e ku ji zarokatiya xwe tiştek fêm nekirine. Xebata li zewiyan ji bo me hêj di biçûktiyê de destpêdike."
 
'Xwepêşxistin gaveke girîng e'
 
Ayselê bilêv kir ku wê gelek têgehên civakê şikandiye û wiha axivî: “Li cem me navê xilasbûnê zewac e. Gelek jin li dijî karê zehmet hewl didin ku bizewicin û rizgar bibin. Vê tiştî wekî çareserî dibînin. Lê ez vê tiştî napêjirînim. Divê jin di serî de hewl bide ku li ser piyên xwe bisekîne. Heke jin di hêla aboriyê de serbixe bibe tu carî hewceyê kesan nabe. Xwe pêşxistin gaveke girîng e. Her çend ev tişt zehmet be jî niha yek bi yek pêk tê."
 
‘Ji min re makîneya wênekeşê kirin' 
 
Ayselê bal kişand li ser makîneya wênekeşa xwe û diyar kir ku wênekêşandin ji bo min girîng e û wiha bi lêv kir: "Ez di nava xwezayê detayek xweşîk bibînim dikêşînim. Berê jî wênekêşandin ji bo min girîn bû. Zêdetir ji hûrgiliyên xwezayê bala min dikşîne. Gava simbilek bibînim an jî çûkek û kulîlkek bibînim dikşînim. Min wan wêneyan ku kêşand li ser medyaya dijital parve dikir. Wêneyên min gelek bal dikişandin. Wisa 3 û 4 sal derbas bû min hertim wêneyan parve dikir. Ji ber ku di aliyê aboriyê de derfetê min tune bû min nedikarî ji xwe re makîneya wênekeşê bigirim. Çend hevalên min dît ku ez hêz wênekeşandinê dikim di navbera xwe de li ser twitterê çalakiyek pêk anîn. Di nav hevde pere kom kirin ji min re makîneyeke wênekeşê kirin. Ez gelekî pê kêfxweş bibûm. Ji ber ku me hevdû rûbirû jî nedîtibû û ev tişt ji bo min pir girîn bû. Ez niha li vir xweşîkiya 4 demsalan dikêşinîm."
 
‘Wêneyên min balê dikişîne' 
 
Aysel anî ziman ku li ser wêneyên wê gelek şîroveyên xweş tê kirin û lewra zêdetir dixwaze xwe di aliyê wêneyê de xwe pêş bixe. Aysel wiha bi lêv kir: "Gelek kes ji xwezayê ji ked û xakê dûr ketin e. Lewra gava ez wan wêneyan didim pêşberî wan kêfxweş dibin. Ez çiqas qenciyên wan dibînim hewil didim ku zêdetir detayên xweş bigirim û di vê helê de xwe pêş bixim."