Hişkesalîyê bandor li tûfiringiyên Sasonê jî kir

  • 09:05 24 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak  
 
ÊLIH - Gulsûm Kaplan a ku bi salan e debara xwe bi çandiniya tûfiringiyê dike diyar kir ku gelek tûfrîngiyên wê ji ber qeyrana hişhesaliyê hişk dibin û berhemên wan di destê wan de dimîne.
 
Li herêma Sasona Êlîhê ku bi xweza û erdê xwe çavkaniya hilbêrîn û çandiniyê ye, yek ji deverek herêmê yê ku herî bi bereket e. Herî zêde bi çandina titûn û tûfirîngiyan tê nasîn û bi taybet tûfrîngiyên Sasonê li herême navdar e. Piştî astengiyên li ser titûnê, şêniyên Sasonê ji bo pêşeroja xwe li pey lêkolînan ketin û di encamê de jî di sala 2007’an de li gundê Mala Mêrgê dest bi çandina tûfirîngiyê kirin. Ewilî 5 cotkar dest bi vî karî kirin û 5 donim tûfirîngi çandin, lê niha zêdetirî 400 malbat vî karî dikin. Salê 3 hezar û 500 ton rekolte bi dest dikeve. Kîloya tûfirîngiyan bi 7-8 TL'yan tê firotin. 
 
Çandina tûfrîngiyan ku zehmetî û kedekê mezin dixwaze di meha nîsanê de û demsala payîzê de destpê dike. Lê îsal hem ji ber kêm barîna baranê hem jî ji ber hişkesaliyê bandora xwe da tûfrîngîyan jî. Gulsum Kaplan ku debara xwe bi çandiniya tûfrîngiyan dike diyar kir ku gelek tûfrîngiyên wê ji ber qeyrana hişhesaliyê hişk dibin û berhemên wan di destê wan de dimîne.
 
‘Wekî salên borî hilbêrînek baş nîne’
 
Gulsum diyar kir ku ew 6 sal in karê çandiniya tûfringiyan dikin û bi taybet di salên dawiyê de li ser hilbêrîna tûfiringiyê qelsbûnek heye û got: “Sala ewilî em diçînin lê belê ewqas zêde heb nade. Em gelek kedekî mezin jî didin. Ji sibehê de heta êvarê bi wan re bi mijûl dibin lê wekî salên borî hilbêrînek baş nîne. Gelek şitilên me hişk dibin. Em wan av jî didin lê dîsa jî feyde nake. Me di meha nîsanê de karî hinek bifiroşin lê piştî vê tûfringiyên me di destê me de man. Hem ji ber qeyrana aborî hem jî ji ber qeyrana hişkesaliyê em dikevin nav rewşekê tengav.”
 
‘Zehmetiyên wê gelek in’
 
Gulsum diyar kir ku gelek zehmetiyên wê jî hene û wiha axivî: "Hem di aliyê çandinê de, hem tevrik û avdaniyê de ji serê de heta berhevkirinê de kedekî pir mezin dixwaze. Em gelek zehmetî dibînin lê beranbere keda xwe nikarin bigirin. Ew jî me xemgin dike. Di salên ewilî de gelek bi bereket bû, hêviyek pir mezin bû ji bo me. Lê niha gava em lê dinihêrin her ku diçe hêviya me pê qels dibe. Em kîlloya tûfringiyên xwe 7 tl re difiroşin.”
 
‘Em carinan nikarin heqê gûbre û dermanên wan derxînin’
 
Gulsum anî ziman ku ji ber kêm hilbêrîna tûfiringîyan ketiye li pey alternatîfên din û wiha bi lêv kir: “Piştî ku min dît tûfringiyên min herku diçe hişk dibin û heb nadin. Min jî di navbera wan de lazût, balîcan û hin cûreyên sebzeyan jî çand. Ceribandinek wisa çêkir. Heke yên ku li ber siyê çêbibin ez ê piştre ceribandinên xwe yên bi vî şiklî zêde dikim. Em gûbre û derman jî dikin. Lê wisa em kêm diforişin ku êdî nikarin heqê gûbre û dermanê jî derxin.”